Îro li gor demjmêra Hewlêrê li demjmêr 11 pîlotekî bi navê Hesen Marî Hemada ligel balefira xwe ya tîpa MIG 21 a Rûsî reviya Ûrdûnê. Yek ji wezîrên Ûrdûnê Semîh El Maytah nûçe piştrastkir û got “Daxwaza penabertiya siyasî ji Ûrdûnkir. Niha lêpirsîna wî tê kirin.” Çapemeniya Sûriyê jî nûçe weke wendabûn ragihand û got ku li dema perwerdê balefirek wenda bûye. Hêjayî gotinê ye, ji dema xwepêşandan li Sûriyê qewimîn ve, ev cara ewile bûyerek wisa çêdibe.
Avestakurd