Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand: “Bi helkefta 40emîn salvegera damezrandina YNKê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, polîtburo û tevahiya endam û alîgirên YNKê dikim û hêvî dikim YNK û tevahiya aliyên din ên Kurdistanê bikaribin gelê kurd bigehînin amancên xwe yên bilind.”
Serokwezîr Barzanî wiha got: “YNK weke pêdiviyeke xebatê hate damezrandin û piştî raperînê jî ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye xwediyê mezintirîn serwerî di dîroka mûjen ya gelê Kurdistanê de, ku ew jî destpêkirina ezmûneke demokratîk û hilbijartina Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê bû.”
Barzanî wiha domand: “YNK di tevahiya karên hikûmeta Kurdistanê de hevparê sereke ye û ligel PDK û partiyên din ên beşdar di hikûmetê de xwedan serweriya parastina destkeftên gelê kurd û dubare avedankirina jêrxana aboriya Kurdistanê ye ku ji ber vê yekê gelê Kurd îro kariye di nexweştirîn rewş de ku bûdceya Kurdistanê hatiye birrîn, şerê metirsîdartirîn tevgera hov a terorîstî bike.”
Serokwezîrê Kurdistanê ragihand: “Tevahiya pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hest û xwîna wan têkilî hev bûye û ew jî dibe ku îro hevpeymanî û yekdengiya navbera tevahiya hêzên kurdistanî di warê siyasî de zêdetir bike.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Di çarçoveya rewşa deverê û hevsengiyên nû bo me der dikeve ku îro bihevre karkirina tevahiya aliyên siyasî yên kurdî ji her demeke din zêdetir pêwîst e da ku gelê kurd bikaribe ji wan durêyên ku hatine pêş rêya rast hilbijêre û derfetên ku bo gelê kurd hatine pêş, ji dest nede û bikaribe bi ser tevahiya wan alozî û metirsiyan de ku hatine ser bikeve.”
Barzanî di peyama xwe de wiha domand: “Piştî raperînê di vî warî de em bûne xwediyê ezmûnên hevbeş û niha jî dikarin bi hevpeymanî û hevkariya hêzên kurdistanî em karên zêdetir bikin, bêguman di vê yekê de YNK xwedî pêgeheke gellekî bihêz e û em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya han de jî YNK weke pêkhêner û hevbeş û rêveberekî serekî di nava Hikûmeta Kurdistanê de rola xwe ya sereke dilîze.”