Serrûpel Nûçe Doktora di Kîmya de çêkiriye lê kar nabîne

Doktora di Kîmya de çêkiriye lê kar nabîne

Belav bike


Nayle Dereca Diktora di kîmya de stend beşê Analytical chemistry  bi lîkolînekê li ser rêjeya  vitamînan di hemû coreyên keskayî û mêweyan de.

Lê mixabin wê demê Nayle nehat qebûlkirin wek Mamote di hemî zanîngehên Hikumî de ji ber sedemên siyasî çunke ew ne endam bû di Partiya Elbe’s de, û piştî demekê neçar ma ku berê xwe bide Siûdiya Erebî û li wir bibe Mamoste ya Zanîngehê.

Di dawiya sala 2011 de û ji ber şoreşa sûrî Dewleta Siûdî rê neda piraniya Mamosteyên ku nasnameyên wan sûrî bûn ku karê xwe li wir bwerdiwam bikin û carek din ew neçar ma vegerê Sûrî û li bajarê şame cihê xwe di Zanîngehek Taybet de bibînê wek Mamosteya Kîmya li Kolîja Darmansaziyê ( Pharmacy ).

Lê dîsa nikarî bû sûdekê ji belgeha xwe wergirê , şerê ku li dora Şamê destpêkir di navbera Rijêma Sûrî û hêzên Opozîsyonê roj bi roj tund dibû û metirsî jî li ser Jiyan xwedî  Şehadetên Bilind zêdetir dibû .

Piştî dan û stendeke dirêj Nayle Biryara xwe stend ku berê xwe bide Herêma Kurdistan û di meha  7an sala 2012 ew gihişt Hewlêrê li ser omîda ku cehekî bibînê wek  Mamoste  di Zanîngehekê ji Zanîngehên Herêmê  , lê vê hêviyê ro nedît û Zanîngehên Hikumî ew qebûl nekirin , li dawiyê ev keç mejbûr ma ku li Dibistanên Taybet  dersan bide şagirtên refên nizim wek refa 9an û ya 12e yan.

Nayle Nebo Yekemîn Keça Kurd li Rojava ku berî şeş salan Belgeha Diktura stend ana li Hewlêrê ye bo jiyana rojane dersên Dibistana Amadeyî dide, ti sûd ji xwendina xwe wernegirit û ti Rêxistin  lê xwedî derneket ne li Rojava û ne jî li Başûr û negihişt dereceya Akadîmî ya ku ji mafê wê ew bigihê û nakirîbû Zanîn xwe bixista xizmeta welatê xwe.