Îşev (21.06.2012), saet di derdorê 22.00 an de, li Deriyê Çiya yê Amedê, li ser kolana Dr. Şerif Înaloz, bi çekên lûledirêj, li dijî polisan êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de 2 polis û hemwelatiyekî ku ji vir derbas dibû birîndar bûne. Polis rakirine nexweşxanê û hat ragihandin ku birîna polisan ne giran e.
Hîn, di derbarê bûyerê de, ti agahiyên zelal, ku kê, çima kiriye, nehatiye bidestxistin.