Serrûpel Nûçe Emerîka: Em pişta YPG û PYDê nagirin lê…

Emerîka: Em pişta YPG û PYDê nagirin lê…

Belav bike

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jeff Rathke di civîneke rojnamevaniyê de li ser îdiayên ku dibêjin hêzên YPGê bi alîkariya hêzên hevpeyman xelkê herêma Til Ebyedê ji wir didin revandin, got, haya wan jê heye ku xelkê wê deverê ji mal û warê xwe direvin û  ragihand, ew ji wê yekê dilgiran in.

 

Rahtke anî ziman ku Amerîka beriya niha dilgiraniya xwe li ser serkutkirina partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve û rewşa mafên mirov li wê deverê, ji rayedarên PYDê re gotibû.

 

Wî rayedarê amerîkî li ser vê yekê YPG bi alîkariya hêzên hevpeyman “herêmê vala dike” jî got, tiştekî wisa tine çimkî qesta êrişên asmanî tenê DAIŞ e.

 

Serokê Partiya Tevgera Netewî ya Tirkmenên Sûriyê, Tariq Silo Cevîzcî jî ji beriya niha îdia kiribû ku hêzên YPGê gundên tirkmenan ên herêma Til Ebyedê vala dikin û dixwazin kurdan li wir bicîh bikin.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî roja 11ê vê mehê îdia kiribû ku hêzên hevpeyman deverên tirkmenan li Til Ebyedê didin ber bombeyan, li şûna wan PKK û PYDê bicîh dikin.

 

Rayedarên tirk dibêjin, heta niha nêzîkî 15 hezar kes ji herêma Til Ebyedê ji ber şer reviyane Tirkiyê.

 

Tê zanîn, zêdetirî 2 hefteyan e hêzên Volkana Feratê û şervanên YPGê dest bi operasyona Til Ebyedê kirine. Ew dixwazin Til Ebyedê ji DAIŞê bistînin û herêmên Kobanî û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê bigihînin hev. Di wê operasyonê de balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman jî beşdar in. Rûdaw