Piştî qedandina dibistana amadeyî li Zanîngeha teknîk a Stenbolê perwerdeya endazyariya avakariyê dibîne. Li DYA perwerdeya bilind a zankoyê lêzêdedike. Di sala 1955’î de dibe gerînendeyê karê avê yê dûgelê.
Di nava AP (Partiya dadmendiyê) de dest bi jiyana polîtîk dike. Siyaseteka pragmatîst û rojane dimeşîne. Her gava leşker dest didin ser desthilatiyê vedikişiya û leşker diparast. Dema leşker xwe sistdikirin, dîsa derdikete qada polîtîkayê. Demirel bi dirêj axavtina xwe dihate nasîn û tişta ku îro didot sibeyê lê xwedî dernediket. Ji ber wê di komediya (mîzaha) Tirkiyê de cihekê wî yê girîng heye.
Hin gotinên wî
- Rê bi meşan (mîtîng) naterişe, xera nabe.
- Duh duh e, îro îro ye.
- Dûgel bav e. Bav hin caran hezdikin, hin caran lêdidin.
- Heger dabe, min daye, çi ji we re?!
- Ji min re dibêjin “Çoban Sülo – Siloyê şivan” qey min pezê bavê wan ajotiye.
- Rexneya masoniyê li min dikin. Heger mason im, mason im, heger nînim, nînim. Ez mason im û min gotiye nîn im?! Ez ne mason im û min gotiye ez mason im?! Erê ez mason im û min di klûba Bilgi de xwe qeyd kiriye. Niha dibêjin Demirel mason e, hin jî dibêjin nîne.
- Heger li perê Feradê yek miyekê were dizîn, hesabê wê ji min bixwazin. Lê heger hezar şakî (ango terorîst, bo gerillayên Kurd) hatibin serê wan çiyan hesabê wê ji Erbakan û Ecevit bixwazin.
- Dibêjin leşker fîtikê lêdin Demirel kumê xwe digire û direve. Mirov nereve nikare were jî. Hemî rexneyên qaşo ne.
Demirel di pirsgirêka Kurdistanê de herdem piştgiriya leşker û rastgîr û nîjadperestan dikir. Xwedî desthilatdariyeke serbixwe nebû. Gelek caran serokwezîrtî kiriye. Di jiyana xwe de 6 carî parlamentariya Isparta kiriye. Herwekî 6 carî ji desthilatiyê ji aliyê leşkeran ve hatiye daxistin, 7 carî desthilatî avakiriye.