Serrûpel Nûçe Rûdaw bersiva daxuyaniya KCK dide

Rûdaw bersiva daxuyaniya KCK dide

Belav bike

Ev kar bi hemû awayan dûrî şêweyeke dirust û hevçax a tevegra bi karê medyayê û dezgehên medyayê re ye.

Di daxuyaniyekê de ku îro belav kiriye, wek çend carên din, KCKê gotinên hûnandî û bêbelge li dijî Tora Medyayî ya Rûdawê belav kir. KCKê di daxuyaniya xwe de dibêje Dezgeha Sîxuriyê ya Tirkiyê (MIT), Rûdaw ava kiriye, Rûdaw beşdariya gerîlla di şerê Başûrê Kurdistanê de belav nake, Rûdaw li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, Rûdaw kampanya xirabkirina navê PKKê dimeşîne, Rûdaw alîgiriya AKPê dike û Rûdawê serketina HDPê di bin lêvan re derbas kiriye!.

Li vir em van hemû tohmetên KCKê red dikin. Em careke din jî tekez dikin ku em amade ne ji bo her lêpirsîneke cemawerî eger jibilî dereweke hûnandî, belgeya KCKê li ser hebûna destê MITê di damezrandina Rûdawê de hebe! KCK ku çendîn sal e rûniştin û gotûbêjên rasterast bi MITê re dike, ji hemûyan baştir dizane ku ev propoganda wan tenê bo reşkirina Rûdawê li ber çavê xelkê ye, çimkî xuya ye KCK tenê wan dezgehên medyayê yên ku bi şev û roj pesnê wê didin baş dibîne. Lê Rûdaw vê yekê ne ji KCKê û ne ji ti partiyeke din re nake. Lê tiştê Rûdawê ji kurdan re kiriye, ti dezgeheke medyayê ya kurdî nekiriye. 

Sosret e ku çend carên din jî KCKê Rûdaw rexne kiriye û gotiye ku Rûdaw beşdariya gerîlla di şerê DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê nîşan nade, di demekê de ku KCKê bi xwe biryar daye ku nabe lêdwan û daxuyaniyan bidin Rûdawê! Tevî vê yekê jî, bi berdewamî daxuyaniyên PKK û baskên wê di Rûdawê de tên weşandin. Lê ji ber çi ji wiha ne zêdetir bûye, bersiva wê li ba KCKê bi xwe ye.

Rûdaw dezgeha medyayê ya bê rikeber e li Rojavayê Kurdistanê. Ev baştirîn bersiv e li ser wê yekê ku KCKê Rûdawê bi dijminatiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê tohmetbar dike. Rûdaw bi awayekî fermî bi hemû dezgehên îdarî û siyasî li Rojavayê Kurdistanê re tevdigere û Rûdaw dengê hemû gel û aliyên Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê şahidiyê li ser wê yekê didin ku Rûdawê li dezgehên navneteweyî yên xwedî biryar xizmeteke pir mezin ji Kobanî re kir.

Rûdaw rêza şehîdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê şehîd ketine digire. Lewma me bi rêya nameyeke fermî daxwaz ji hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê kir ku li gorî tedbîrên diyarkirî bo malbatên pêşmergeyên şehîd, ew jî razî bin li ser alîkariya şehîdên Rojavayê Kurdistanê. Lê mixabin ew bûne astengî û rêgir li ber alîkariya malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê.

Di dema kampanya hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de, her çiqasî KCKê biryara boykotkirina Tora Medyayî ya Rûdawê li ser HDPê jî ferz kiribû, lê Rûdawê karîbû rûmaleke pir profesyonel bo kampanyayên hilbijartinê yên partiyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bike. Bi qasî ku gotarên hevserokên HDPê û partiyên din yên Tirkiyê di Rûdawê de derketin, di hemû medyaya kurdî de derneketin. Bi vî rengî jî vê carê yên ku bi rêya televizyonê bi zimanê kurdî çavdêriya kampanyayên hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê dikirin, bêhtirîn zanyarî li ser hilbijartinên Tirkiyê bi rêya Rûdawê werdigirtin. Dîmenên dengdanê li Tirkiyê û tew ahengên serketina HDPê li Bakurê Kurdistanê jî, ji her televizyoneke din bêhtir di Rûdawê de derketin. Ew dîmenên asmanî yên Amedê ku di Rûdawê de derketin bi awayekî bûn ku heta niha hemû medyaya PKKê nikarîbû karekî bi vî rengî bike!. 

KCK di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Eger Rûdaw TV bi rastî jî wê weşangeriyeke alîgirê azadiya gelê kurd bimeşîne, divê beriya her tiştî xeteke ku tevgera azadiyê ya kurd qebûl dike û li ser vê bingehê xwedî lê derdikeve, bişopîne. Li ser vê bingehê em bang dikin ku Rûdaw TV polîtîkaya xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike û weşangeriyeke xizmetê ji berjewendiyên neteweyî re dike, bimeşîne.”

Em zimanê vê paragrafa daxuyaniya KCKê baş dibînin û daxwazê ji KCKê dikin bo pêkanîna rûniştineke rasterast li her cihekî ku bi wan xweş be. Em dubare dikin ku Rûdaw dijatiya ti kes, alî, hikûmet û dewletekê nake. Rûdaw rêbaza ti partiyekê wek rêbaza gelê kurd najmêre û rêbaza ti partiyekê jî nake rêbaza karê xwe. 

Tora Medyayî ya Rûdawê wek mezintirîn û bibandortirîn dezgeha medyayê ya kurdî, îro roj bi roj karê wê li ser asta cîhanê berfirehtir dibe. Ev jî mezintirîn xizmet e bo gelê kurd, bi gihandina hemû nûçeyan bo kurdan û bi gihandina nûçeyên Kurdistanê jî bo hemû cîhanê, em bawer dikin me baştirîn xizmet gihandiye rêbaza rizgariya gelê kurd.

Lê eger KCK rêbaza xwe wek rêbaza hemû kurdan dibîne ku nabe ti dezgeh jê derkeve, ev bi ti hawî bi karê pîşeyî û profesyonel yê Rûdawê re li hev nake, nexasim ku hîm û bingeha karê Tora Medyayî ya Rûdawê ji hêla dezgehên ewropî yên profesyonel hatiye danîn.

Tora Medyayî ya Rûdawê

21.06.2015