Serrûpel Nûçe Ako Mihemed: YPG alîkarî red kir

Ako Mihemed: YPG alîkarî red kir

Belav bike

 

Şeva borî li hotêla divan a Hewlêrê, alîkariyên kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê bi ser komek malbatên şehîdên şerê DAIŞê de hat belavkirin.

 

Beriya belavkirina alîkariyan, Rêveberê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed gotarek pêşkêş kir. Ako Mihemed spasiya tevahiya şîrket, dewlemend, sazî û kesên ku tevlî kampanyayê bûne, kir.

 

Mihemed diyar kir ku wê kampanyayê îtibara sermiyandar û kesên ku alîkarî dane kampanyayê, zêdetir kiriye û ji rayedarên Kurdistanê xwest, wan şîrket û kesên tevlî kampanyayê bûne, li ber çav bên girtin.

 

Rêveberê Giştî yê Rûdawê eşkere kir ku wan bi fermî ji rêveberiya kantonên Rojavayê Kurdistanê xwestibûn, navên şehîdên Başûrî yên YPGê jî ji lêjneya kampanyayê re bişînin lê ew daxwazî nehatibû qebûlkirin.

 

Li gorî agahiyên ku Ako Mihemed da, hejmara şehîdên şerê DAIŞê wiha ye:

 

Silêmanî: 261

 

Helebce: 43

 

Hewlêr: 373

 

Dihok: 403

 

Kerkûk: 167

 

Piştî gotara Ako Mihemed, belavkirina alîkariyan dest pê kir. Her malbateke şehîdan 13 hezar dolar pere wergirt, hinek malbat jî jibilî pere, xanî û kursiyên xwendinê wergirtin.

 

Şeva 13ê Tîrmehê jî li bajarê Silêmaniyê, alîkariyên kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê bi ser malbatên şehîdên Helebce û Silêmaniyê de hatibû belavkirin.

 

Li Kerkûk û Dihokê jî dê bi heman awayî alîkarî bi ser malbatên şehîdan de bê belavkirin.

 

Di encama kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê de ku ji 25ê Nîsana îsal heta 5ê Gulanê dom kir, 17 milyon û 197 hezar û 950 dolar, 71 xanî û 350 kursiyên xwendinê hatibû komkirin. Rûdaw