Serrûpel Nûçe Qameqam bombeya Teqîna Pirsûsê “Teqand“

Qameqam bombeya Teqîna Pirsûsê “Teqand“

Belav bike

 

Qameqam Abdullah Çiftçî, wiha got, berî teqînê bi rojekê ew ligel nûnerên HDP civiyan, biryar standin ku tenê 19 kes biçin kobanî û civîna rojnamevanî wê li pêşiya navenda Kulturê çênebe, lê di roja teqînê de, ev plan ku wan li ser li hev kiribûn, ji aliyê hinekan ve hate guhertin.

 

Qameqam Çiftçî got, wan biryar standibûn ku ew ciwan civan xwe ya rojnamevanî li gundê sînorî li Çaykara çêbikin, nayê zanîn çima û ji aliyê kê ve plan hate guhertin û civên li pêşiya navenda kulturê hate çêkirin.

 

Abdullah Çiftçî got, wan tedbîrên gelekî xurt standibûn, û di dema kontrolkirinê de 2 kes ji ciwanên ku wê biçûna Kobanî girtibûn.

 

Qameqam got, HDP nexwest ku polîst cihê civîna rojnamevanî biparêzin, li ser daxwaza HDP ew ji cihê civînê dûr bûn, ji ber ku HDP gotibû ew bi karê parastinê rabe.