Karasû got, “DAIŞ nêzî Kerkûk, Hewlêr û Şengalê ye. Lewma ev êrîş, ji bo rehetkirina DAIŞ’ê li her cihî ye. Tengavkirina Şoreşa Rojava tê wateya tengavkirina Başûrê Kurdistanê. Vê bêjim; me heta niha nedixwest bînin ser ziman, lê me Hewlêr rizgar kir, gerîla Hewlêr rizgar kir. Hewlêr vala dibû. Bila biçin Hewlêrê û bipirsin; dema DAIŞ’ê êrîş kir nîvê Hewlêrê vala nebû? Gerîla çû, dest li rewşê werda û bi vî rengî DAIŞ hat sekinandin. Dûre balafirên DYA hatin, dest lê werdan. Pêşmergeyan lê nihêrîn ku gerîla li ber xwe dide, wan jî cesaret dîtin û tevlî berxwedanê bûn. Hemû êrîşên dewleta Tirk ji bo qelskirina zexta hêzên berxwedêr a li hemberî DAIŞ’ê ye. Eger bi rastî jî li dijî DAIŞ’ê bûna, wê ev bomberdûman li hemberî çeperên DAIŞ’ê bikira. Bila balafirekê rakin û DAIŞ’ê bixin. Lê vê nakin.”
Karasû bal kişand ser helwesta PDK’ê ya li hemberî vê rewşê û ev xal destnîşan kir: “Ji Şerê Başûr ê sala 1992’an û vir ve kê xwestiye gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê derxîne? Dewleta Tirk dixwaze derxîne. Dewleta Tirk ji bo gerîla ji van çiyayan derxîne gelek caran operasyon pêk aniye. Hûn jî dizanin, herî dawî li Zapê ji hev ketin. Xwe vekişandin. Gotina Mesrûr Barzanî ya PDK’ê ku digot, ‘PKK li Başûr mêvan e, bila derkeve biçe’, bicihanaîna daxwaza dewleta Tirk e. Ev gotin ast û naveroka têkiliya PDK û AKP’ê nîşan dide. Ev polîtîkayên PDK’ê bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên Kurdan nayên. Nêzîkatiyeke neteweyî nîşan nadin. Vîna gelê Kurd nîşan nadin. Eger îro li Başûrê Kurdistanê referandûmek were kirin, pêşniyarên PDK’ê dikarin di cih de bên redkirin. Lewma em van nêzîkatiyan rast nabînin. Mesrûr ne tenê diaxive, li cîhanê digere û di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de dixwaze PKK’ê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxîne. PDK di nava şaşîtiyeke gelekî mezin de ye.” anf