Derbarê girtina çalakvan û siyasetmedaran li Rojavayê kurdistanê, Hemîd Hecî Derwêş got, kiryarên PYD ji bingeha demokrasiyê dûr in, ji ber ku çalakvanan binçav dike û rê li pêşiya li darxistina çalakiyên nîşitmanî li Rojavayê Kurdistanê digire û ti cudahî di navbera kiryarên wê û yên rêjima Beşar Esed de nîne.
Derwîş got, her çi qasî PYD û Yekîtiyên Parastina Gel (YPG) bi ser PKKê ve ne, lê pêwîst e ev wan tevlîhev nekin û wiha domand:
“Ez xebatên YPGê bilind dinirxînim, tenê rexneya min li wê hêzê ew e ku rê nade tu hêzeke din ya kurdî li kêleka wan Rojavayê Kurdistanê biparêze.” Rûdaw