Ez wek Peyamnêra Rûdawê îro (duh) ji bo romalkirina xwepêşandana kurdan li bajarê Kolnê yê Almanya bûm. Ji her derê Almanya kurd hatibûn. Çepên Almanya, alîgirên PKKê û kurdên her derê Kurdistanê beşdar bibûn.
Almanya welatekî demokratîk û azad e û rê daye te ku tu xwepêşandan bikî û bi azadî raya xwe bînî ziman û daxwaza mafên xwe bikî. Lê çima tu rêya min digirî û pêşiya azadiya min digirî?! Tu çawa qebûl dikî ku rêya min bigirî? Eger tu dîktator nebî tu çawa vê yekê dikî?!
Vêca ya herî sosret ew e ku kurd rêya te bigirin û nehêlin tu azad bî! Îja bixwe jî hawar dikin dibêjin Azadî Bo Kurdistanê!… Ez qet vê yekê fêm nakim‼‼‼
Dema min xwest wê xwepêşandanê romal bikim komek alîgirên PKKê êrişî min kirin û xwestin li min bidin. Nehîştin em karê xwe bikin. Min ji wan re got, ez jî mîna we kurd im, hûn çima pêşiya min digirin? Lê wan hema hawar dikirin û dijûn didan. Min ji wan re got, ez niha li Almanyayê me û Almanya jî welatekî demokratîk e. Ez azad im û medya li vir azad e, hûn nikarin pêşiya me bigirin. Lê wan guh nedida axaftinên min û hema hawar dikirin.
Ez çûm ba polîs û min jin re got, alîgirên PKKê nahêlin ez karê xwe bikim. Piştî demek kurt 10-15 polîs hatin û ez parastim paşê min karî ez karê xwe bikim.
Polîsên almanî ez li hember Kurdan parastim ji bo ku ez karê xwe bikim‼‼ Vêca çawa baweriya min dê bi Kurdistana Mezin were?! Ezê çawa baweriya xwe bi demokrasî û azadiya kurdan bînim?!
Ez pir êşiyam ji ber ku yên ku îro xwe kurd dibînin xewna min a Kurdistana Mezin pûç kirin.
Wan li welatekî demokratîk pêşiya min girtin, gelo ew dê li Kurdistan û Tirkiyê çi bînin serê min????‼ (Ala Şalî)