Serrûpel Nûçe Oxira xêrê be, malpera “Ria Taza”

Oxira xêrê be, malpera “Ria Taza”

Belav bike

Bi vê yekê va girêdayî ew rola kurdan jî, ku di nav pêvajoyên di wê beşa cihanê da diqewimin, gelek giring e, ku her diçe zêde dibe. Kesên haj ji wê rewşê tunebe, gelek dijwar e serederî li wan nûçeyan bike, fêm bike, ku çapemenîya cihanê ya bi zimanên cuda-cuda derheqa kurdan da dinivîsin û li cihanê belav dikin.

Armanca xebatkarên malpera ”Ria Taza” ew e, ku li ser bingehê dîyarkirina sebebên wan bûyerên ku diqewimin rewşê derc bike û qîmet bike.

Daxweza me ew e, ku derheqa pirsgirêkên kurdan da fikir û ramanên ji hev cuda biweşînin û raberî we bikin û hêvîya me ew e, ku xwendevanên me yên delal û zane wê bikaribin helwesta xwe dîyar bikin derheqa hemû pirsên bi jîyana kurdan va girêdayî da.

Pirsên dîrok, çand, ziman û wêjeya kurdî, pirsgirêkên aborî û, hilbet, yên siyasî, ku di nav civaka kurdan da heye, rewşa îroyîn, pirsên bi paşeroja gelê kurd yê li welatên Rohilata Nêzîk va girêdayî wê di malpera me da bêne ronîkirinê.

“Ria Taza” malpereke serbixwe ye û duzimanî ye: kurdî û rûsî . Sponsorên wê kesên wisan in, ku bi tu partî û rêxistineke sîyasî va girêdayî nînin.

Malpera “Ria Taza” bi hiqûqî ne peyhatîya rojnameya binavûdeng “Rya teze” ye, ya ku di nava dehsalîyan da li Ermenîstanê derdikeve û di karê bilindkirina xwefemdarîya kurdan ya miletîyê li welatên Rohilata Nêzîk da roleke berbiçav lîstîye, herwiha keda wê pir e di karê parastin û pêşketina ziman û edebîyeta kurdî da, di karê ronîkirina pirsên dîrok, çand û erf-edetên gelê kurd da.

Lê em rind fêm dikin, ku ew navê qedirbilind erkekî mezin datîne ser milên me bona naverok û encamên nivîsên me dagirtî û hewaskar bin. Û lema jî emê hewil bidin layîqî tradîsyonên qenc yên rojnameya “Rya teze” bin. Em bi hêvî ne, ku rojnamevan û karmendên rojnameya “Rya teze”, ku qederê wisa kirîye, ku ew belayî li gelek welatên cihanê bûne, wê bi me va bêne girêdan û herdem ji malpera me ra binivîsin.

Em wisa jî dixwezin bi pêşekzanên binavûdeng ra tevayî rê bidine gencên me yên aqilbend û zane, ku pirs û pirsgirêkên kurdan bona wan hewaskar in.

Desteya karmendan ya “Ria Taza” bangî we dike bona em bi hev ra bixebitin û malpera xwe bikin gul û gulistan.

Navnîşana me ev e: www.riataza.com

Hûn dikarin bi vê navnîşanê bi me ra bêne girêdan - info@riataza.com