Ew kamyon roja pênşema derbasbûyî ji aliyê polîsên Nemsa ve hatibû giritn, 71 termê koçberên Sûrî têde bûn. Duh roja înê, polîsên Hingarya şofêrê Libnanî û 2 kesên Hingarî û yekî afganî girtin. Îro her 4 qaçaxcî derketin pêşberî dadgehê. Hikûmeta Nemsa wan dixwaze ji bo ku li cem xwe mehkeme bike.
Kesên ku di kamyonê de mirî hatine dêtin, 59 mêr, 8 jin û 4 zarok bûn. temenê wan di navbera 8-10 salan de bû, zarokek jî hîn ne yek salî bû.