Serrûpel Nûçe Barzanî: Alan sembola gelê Kurd e

Barzanî: Alan sembola gelê Kurd e

Belav bike

Alan û malbata wî ku rêya bi cîh hiştina welatê xwe û koçkirinê li ber girtin, mînaka beşxwarî û wê zulma ku bi dirêjahiya dîrokê û li qonaxên cûda cûda de li mîlletê Kurd de hatiye kirin.

Hemû cîhan berpirsê wê yekê ye ku gelê Kurdistanê biparêzin û rê li dûbarebûna karesatên li jiyana mirovên Kurd da bigrin. Dema ewe hatiye dawiyê bi koçberî û trajediya û êşa gelê Kurd bê û li ser axa xwe bi aştî û serbilindiyê de bijîn.

Li gel wê yekê ku daxwaz ji zarok û gedeyên gelê Kurdistanê dikin axa xwe bi cîh nehêlin, daxwaz jî ji civaka navdewletî û welatên azad dikîn ku yarmetiya wan koçeber û penaberan bidin ku rû li Ewrupa kirine û bîra wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zulm û cûdakariyê neyê hiştin ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên mezlûmê cîhanê tê kirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.09.2015