Serrûpel Nûçe Hevseroka şaredariya Cizîrê ji kar hate avêtin

Hevseroka şaredariya Cizîrê ji kar hate avêtin

Belav bike


Serdozgeriya Komarî a Cizîrê beriya niha derbarê Leyla Îmretê de doz vekiribû.

Serdozgeriyê Îmret bi “propagandaya rêxistina terorîst dike, berê xelkê daye ku ew bi çekan li hemberî Hikûmeta Tirkiyeyê derbikevin” tometbar kiribû.

Piştî lêpirsînê Leyla Îmret ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat avêtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ji 4ê Îlona 2015an saet 20:00an ve dest pê kiribû.

Di vê heyame de alozî derketibûn di encamê wê de çend welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest danbûn herwiha çend welatî birîndar jî bibûn.

Parêzgariya Şirnexê îro 11ê Îlonê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû, ku dê sibe 12ê Îlonê saet 07:00 sibehî dawî bi qedexeya derketina xelkê li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê were. Rûdaw