Serrûpel Nûçe Fermandarê HPG li ser rewşa dawiyê diaxife

Fermandarê HPG li ser rewşa dawiyê diaxife

Belav bike

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.

Karayilan der barê îdîayên rayedarên dewletê yên dibêjin, ‘PKK’ê pêvajoya çareseriyê bi kar anî û çek li herêmê bi cih kir’ de ev nirxandin kir:

“EM HETA DAWIYÊ BI SAMÎMÎ NÊZÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BÛN”

“Tiştekî bi vî rengî nîne. Em heta dawiyê bi samîmî nêzî Pêvajoya Çareseriyê bûn. Lê belê me bersiva wê nedît. Eger ji aliyê Serok Apo ve di destpêka sala 2013’an de Pêvajoya Çareseriyê nehatibûya destpêkirin, şerê mezin wê hingî destpê bikira. Ji aliyê me ve hemû amadekarî qediya bûn. Dema mirov li beriya Pêvajoya Çareseriyê, yanî li asta şer a sala 2012’an binêrin, wê ev rastî bi zelalî xuya bike. Di wê demê de li gelek deveran sîstema dewletê hat tevizandin. Ji 19’ê Hezîrana 2012’an û vir ve ji sedî 80 ê cografya Colemêrgê di bin kontrola gerîla de ye. Lê belê hikûmeta AKP’ê û rayedarên dewletê bi israr, rastiyan ji raya giştî vedişêre. Mînak; ji bo şerê li Oremarê, di çapemeniyê de weke kemîn an jî ‘xefika bi xayintî’ hat nîşandan. Halbûkî li wê derê 5 rojan şerekî dijwar qewimî. Lê belê, ji ber ku rastî ji raya giştî hat veşartin, mîna ku tenê teqînekê rû daye, hat nîşandan. Bi kurtasî, pozîsyona me berê gelekî xurt bû; bêguman di Pêvajoya Çareseriyê de jî, me xwe li hemberî tinekirinê parastin.”

“YDG-H TEVGEREKE QANÛNÎ BÛ, LÊ DEWLETÊ EW ÎLLEGAL KIR”

Li ser mijara têkiliya YDG-H bi PKK’ê re Karayilan ev xal destnîşan kir: “YDG-H, rêxistinbûyîneke ciwanane ku li ser zemîna qanûnî-demokratîk hat avakirin. Tevgereke ciwanan ku bi bandora tevgera me xwe bi rêxistin kiriye. Lê belê şaş e ku ji bo her endamên vê tevgerê re bêjin ‘PKK’yî ye’ yan jî ‘YDG-H û PKK yek in’. YDG-H rêxistinbûyîneke girseyî û berfireh a xwe dispart qanûna bû, lê hiqûetê ew îllegal kir. Gelekî bi ser de çû. Dema endamên vê tevgerê hatin girtin, ji endametiya rêxistinê hatin darizandin û ceza li wan hat birîn. Li nava kolanan endamên wê hatin înfazkirin. Li ser vê yekê ciwanan hewl dan xwe bi hin şêweyan biparêzin û serî awayekî nîvî serî li rêbazên çekdarî dan. Bi qasî ez dizanim, rêveberiya rêxistina me 2 caran biryar dan ku YDG-H xwe ji çekê vegire û ranehêje çekê. Ew hevalên ciwan jî her tim li gorî van biryaran tevgeriyan. Lê belê ji ber zextên giran ên polîsan, ketin rewşeke zehmet de. Di dawiyê de jî di nava xwe de ji hev cihê bûn, derket holê. Derdora ciwanên girseyî yên berfireh xwe bi awayekî din bi rêxistin kirin, yên weke YDG-H man jî, bi awayekî îllegal têkoşîna xwe dewam kirin.

Vê rêxistinbûyînê, di pêvajoya berxwedana Kobanê de, di bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê de roleke girîng lîst. Di dema êrîşan de camên dikaneke çekan a li navenda Amedê şikandin û bi tivingên nêçirvaniyê dest bi parastina taxên xwe kirin. Piştî van bûyeran, di nava 3 mehan de ciwanan li Cizîr, Nisêbîn, Baglar, Sûr, Silopiyayê taxên xwe girtin, xendek kolandin û nehiştin polîs bikevin van deran. Li hemberî êrîşên polîsan ji xwe re rêbazeke parastinê dîtin. Eger were bîra we; wê demê Heyeta Îmraliyê ket navberê, bi wan re hevdîtin kir; em jî gelekî ketin nava hewldanan û bi zorê me ew îqna kirin ku xendekan bigirin. Piştî vê jî rewş asayî bû.

Lê belê di 24’ê Tîrmehê de li ser bingeha şerê bi biryara Erdogan li dijî tevgera me hat destpêkirin de, dema balafirên şer li qadên me yên gerîla xistin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî li hemberî ciwanan operasyonên hevdemî hatin destpêkirin. Yanî êrîşên hatin meşandin ne tenê li hemberî gerîla bû, di heman demê de êrîşên li hemberî rêxistinbûyîna ciwanan bûn. Ciwanan li hemberî vê yekê careke din ketin rewşa parastinê û li hin cihan nehiştin polîs bikevin taxên wan.”

‘YDG-H ÎRO DI NAVA CIVAKÊ DE XWEDÎ ÎTIBAREKE CIDÎ YE’

Karayilan da xuyakirin ku di rewşa heyî de YDG-H weke vînekê xwe nîşan da û got, “Hem bi me, hem bi dewletê hem jî bi civakê xwe da qebûlkirin. Îro YDG-H di nava civakê de xwedî îtibareke cidî ye. Ev yek ne bi biyara me ne jî bi biryara rêxistineke din çêbûye. Pêvajoya rû da, rewşeke bi vî rengî derxist holê. Eger timî serî li şîdet û zextê were dayîn, encam wê ev be. Di nava YDG-H ku mirov dikarin weke ‘nîv çekdar’ pênase bikin, kadroyê çiyê nîne. Ji ciwanên xwendekar, esnaf, gundî û karkeran pêk tê.”

“DEMA BANGA ‘VEGERIN MALA XWE’ YA LI CIWANAN ÊDÎ DERBAS BÛYE”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku ji vê saetê û şûn ve, mîna ku tiştek nebûye kirina banga ‘vegerin mala xwe’ ya li ciwanan, derbas bûye û got, “Ji ber ku pêvajoyeke pratîkî jiya ye. Li naverastê, rewşeke şer heye, xwerêveberiyên hatine ragihandin hene. Normalbûyîn ancax li ser bingeha lihevkirinekê pêkane. Eger projeyeke li hevkirinê çêbibe, hingî KCK li ser bingeha vê projeyê dikare bang li ciwanan bike û bêje ‘divê hûn bi vî rengî tevbigerin’. Lê belê eger li holê projeyek tinebe, lihevkirinek tinebe, garantina ‘êdî polîs wê êrîş neke’ tinebe, mafê kesî nîne ku banga ‘vegerin mala xwe’ li ciwanan bike. Wekî din, ev berxwedan êdî bûye xwedî formasyoneke siyasî-civakî.”

Ji bo pirsa, “Tê gotin ku dewlet bi Ocalan re niha hevdîtinê dike û Ocalan ji dewletê re gotiye, ‘Ez niha rabim bêjim şer bisekinînin wê nesekinînin, ji ber vê yekê wateya axaftina min nîne; ez Rêbertiya xwe nakim mijara lêpirsînê’. Eger Ocalan bêje ‘şer bisekinîne’ wê PKK helwesteke çawa bişopîne?” Karayilan ev bersiv da:

“ŞERT Û MERCÊN BI DAWÎKIRINA BERXWEDANÊ NÎNE”

Di vê mijarê de ti agahiyeke ji me re hatiye dayîn nîne. Ji ber ku ev êrîşkarî û şer ji aliyê esasî ve bi tecrîda li ser Îmraliyê re hat destpêkirin. Niha li hemberî Serok Apo tecrîd û şerekî psîkolojîk tê meşandin. Ew rayedarên dewletê, wê bi kîjan rûyî biçe ji Rêberê gelekî yê hatiye tecrîdkirin re bêje ‘vê daxuyaniyê bide?’ Eger li cem Erdogan ne mejiyê polîsiye, vîna însanî û hurmeta li civak û baweriyên li derve xwe hebûya, wê piştî ewqas hevdîtinan li hemberî Serok Apo tecrîdek nemeşandibûya.

Eger Rêberê me, li gorî tiştê we got axivî be û bersivek bi wî rengî da be, hingî ya rast kiriye. Ji ber ku şert û mercên ku Rêber Apo rabe bêje ‘pêvajoya berxwedanê bisekinînin’ niha nîne. Rêberê me ji sala 1993’an û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk di nava hewldanan de ye. Bi taybetî di nava du sal û nîvên dawî de kedeke mezin da. Lê belê Erdogan hemû ji holê rakir. Yanî ne tenê mase qeliband, got ‘pirsgirêka Kurd nîne, mutabaqat nîne’ û her tişt înkar kir. Lewma zemînek ji bo pêngavê nehişt. Tevî vê yekê jî xuyaye zextê li Rêberê me dike û Rêberê me jî li hemberî vê li ber xwe dide.

Di vê mijarê de xusûseke din jî ew e ku Rêberê Apo, ancax li ser projeyekê mutabaqat hebe dikare bangê bike. Naxwe, bêguman Rêberek ti carî xwe naxe pozîsyoneke ku rewşa xwe bide nîqaşkirin. Banga xwe ya sala 2013’an jî, piştî ku projeya wî ji aliyê dewletê ve hat qebûlkirin û mutabaqat pêk hat, kir. Dûre dewlet jê vegeriya, ya ku qebûl kir bi cih neanî û di dawiyê de jî her tişt înkar kir. Yanî texrîbata ku AKP’ê di mijarê de kiriye, bi rastî jî gelekî mezin e. Hemû keda hat dayîn, ti hesiband. Bêguman ev hemû ji bo wergirtina dengan û desthilatdariyê kir. Ji ber ku ji paceya desthilatdariya xwe li her tiştî dinêre, ev mijara ku ji bo civaka Tirkiyeyê gelekî dîrokî ye, ji holê rakir. Nêzîkatiyeke dûrî berpirsyariyê ye. Bi vê nêzîkatiya xwe ya dûrî berpirsyarî û berjewendîparêziyê re wê çawa pirsgirêkan çareser bike?”

“EM BANGÊN AGIRBESTÊ HÊJA DIBÎNIN; AGIRBEST DU ALÎ DIBE”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karaylan bal kişand bangên gelek derdoran ên ji bo agirbestê û got, “Di vê mijarê de gelek derdor û mirovên hêja banga agirbestê dikin. Herî dawî Hevserokên HDP’ê û nûnerên wan, bangên girîng kirin. Em van hemûyan gelekî hêja dibînin û tevlî cewhera wan dibin. Hin derdor ji me dixwazin ku agirbesteke yekalî ragihînin. Lê belê ew mirov û dostên hêja yên bang li me dikin; bila ji bo kêliyekê xwe bixin şûna me. Hêza li pêşberî me, her roj derdikeve televîzyonan û dibêje ‘heta terorîstê dawî çekê deyne wê operasyon bi zêdehî dewam bikin’.  Helwesteke gelekî tund, şerxwaz û êrîşkar tê nîşandan. Li hemberî van êrîşan em mafê xwe yê parastinê bi kar tînin. Berxwedana em dimeşînin berxwedana parastinê ye. Eger hêzek ji bo tinekirinê bi çavsorî êrîşî hêzeke din dike, eger hêza li hember xwe neparêze, wê tine bibe. Ji bo hebûn û jiyanê, xweparastin pêwîstiyeke. Rewşa berevajî vê wê bibe teslîmiyet û ev jî li rûmeta mirovahiyê, li doza azadiyê nayê. Di çarçoveya vê rastiyê de agirbestek pêkane. Qendîl hemû bangên tên kirin, dibihîze, lê belê ji bo agirbest pêk were, divê helwesteke dualî hebe. Pratîkên dema bihurî nîşanî me daye ku bi agirbestên yekalî re encam bi dest nakeve.”

“ERDOGAN VÎ ŞERÎ JI BO 400 PARLAMENTERAN DIMEŞÎNE”

Karayilan ji bo derdorên dixwazin vî şerî bisekinînin wiha axivî: “Yê ev şer da destpêkirin Erdogan e. Rast ; hin derdorên nava dewletê yên xwedî meyla înkar û tinekirinê jî tevlî vê tifaqê bû, lê belê ji aliyê esasî ve Erdogan vî şerî ji bo 400 parlamenteran dimeşîne. Dema dît ku di nava şert û mercên asayî de nikare bi dest bixe, dixwaze bi şer re hemû hevsengiyan ser û bin bike û di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi ser bikeve. Lewma aliyek heye ku dixwaze vî şerî bidomîne. Pêwîste israr were kirin ku desthilatdarî vê helwesta xwe biguherîne. Yanî eger helwesta ‘tu bi şer re nikare encamê bi dest bixe’ bibîne, dibe ku dest ji vê berde. Ji ber vê yekê pêwîste civaka Tirkiyeyê û hêzên alîgirê aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî êrîşkariya AKP’ê bidin. Bi vî rengî dikarin helwesta AKP’ê biguherînin. Ji ber ku, heta ev êrîş neyên sekinandin, eger em pozîsyona xwe ya parastinê bi awayekî yekalî qels bikin, wê ev rewş ne tenê ji bo me, ji bo hemû hêzên demokrasiyê encamên giran ên nikarin ji bin rabin, derxîne holê.”

“BIRYARA AKP’Ê EW E KU HETA 1’Ê MIJDARÊ ŞER BIDOMÎNE”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku ew jî, AKP jî baş dizanin ku di van şert û mercan de hilbijartin pêk nayê û got, “AKP timî anketan dike. Eger tespît bike ku wê di hilbijartinê de encameke li gorî dilê xwe bi dest nebixe, hingî wê vê rewşa şer ji bo taloqkirina hilbijartinê bike hincet. Ev xusûseke di rojevê de ye. Ji ber vê yekê wê bixwaze şer bidomîne. Di heman demê de eger bibîne bi mercên şer re wê encamê bi dest bixe, wê dîsa bidomîne. Yanî biryar AKP’ê ew e ku heta 1’ê Mijdarê şer bidomîne. Em bisekinînin jî ew ê nesekinîne. Rewş ev e. Ji ber vê yekê divê hemû sderdorên neteweyî, navneteweyî li hemberî vê zîhniyeta AKP’ê ya bi şer re wergirtina dengan, helwestê nîşan bide. Naxwe, xuyaye beriya 1’ê Mijdarê wê dest ji meşandina şer bernede.”

“DEREWAN DIKIN, CIVAKÊ DIXAPÎNIN”

Karayilan di dewama axaftina xwe de got, “Erdogan derdikeve televîzyonan û dibêje ‘Me 2 hezar kes kuştin’. Ev hemû derew in. Yanî ne di êrîşên xwe yên hewayî, ne jî di yê bejahî de heta niha me windahiyeke ewçend giran nedane. Di êrîşan de hin windahiyên me çêbûn, hevrêyên me yên giranbuha şehîd ketin, lê belê li gorî berfirehiya ewqas êrîşan, windahiyên ji aliyê me ve hatine dayîn, ne zêde ne. Hin rojnameyên wan manşetên ‘2 ji 3 parên PKK’yiyan qediya ye’ bi kar tînlin. Bi van manşetan re bêhurmetiyê li civakê dikin. Naxwazim bejim, lê vana civakê ehmeq dibînin. Derewan dikin, dezenformasyonan diafirînin. Ev hemû hewldan ji bo avakirina bingeha şer heta 1’ê Mijdarê ye.

Ji ber vê yekê banga vegera li dora maseya aştiyê hêja ye, cihê hurmetê ye. Lê belê ev yek; kengî AKP’ê êrîşên li hemberî Rêberê me, gelê me û hêzên me bi dawî kir, hingî pêkane. Li gorî vê yekê eger hewldan werin meşandin, wê encam bê bidestxistin.” ANF