Hat zanîn, îro 21ê Îlonê roja ji dayikbûna Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûye û bi vê boneyê her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî yê Kurdistanî Rêbaz Hemlan surprîzek ji Nêçîrvan Barzanî re çê kirine.
Li gor agahiyan, îro 21ê Îlonê di civîna Komîteya Bilind a Petrol û Wuzeyê Talebanî û Hemlan. Nêçîrvan Barzanî surprîz kirin û ji ber roja ji dayikbûna wî xelat û diyarî pêşkêşî wî kirin.
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Kurdistanê, Samî Ergoşî di hesaba xwe ya Twitterê de ragihandiye, ku Qubad Talebanî kêkek û Rêbaz Hemlan jî tabloyek pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Rûdaw