Hat zanîn, Saziya Çavdêriya Azadiya Rojnamegeriyê ya Îraqê biryarnameyek derxistiye û bi hêceta ku ‘gijkirina nakokiyên mezhebî û tayifî’ di biryarnameyê de 44 medyayên biyanî û Îraqê li Îraqê têne qedexekirin. Li gor hin çavkaniyan biryar ji aliyê Wezareta Navxweyî ve hatiye qebûlkirin. Li gor vê biryarê weşanên; BBC, Begdadiye, Şerqiye, Montecarlo, Sewa, VOA, Diyar, Babiliye, Newa, Mîrbed û hin saziyên din hatine qedexekirin.
Avestakurd