Ev li jêr teksta peyama civata wezîran:
Bi minasibeta hatina cejna Qurbanê ya pîroz, em gerimtirîn pîrozbahiyan li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên nemir dikin ku tu carî canfedekarî û rola wan mêrxasan ji bîr naçe û bi xêra xûna geşa wan gelê me bi serbilindî û bi hurmet ber bi paşerojeke geş pêngavan diavêje.
Em pîrozbahiyeke gerim li pêşmergeyên mêrçak dikin ku li çeperê şeref û sebilindiyê de bersînga êrîşên dirindeyên bereyê tarî û terorê girtiye.
Em cejna Qurbanê li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikin û hêvîdarîn hatina cejna Qurbanê a pîroz vekirina deriyên xêr û xweşiyê be ji bo gel û axa me û li pêşiya biratî, tebayî û yekrêzîya aliyên siyasî û tev pêkhateyan deriyan veke.
Hemû rojên we çejin û xweşî bin û Kurdistana me jî azad, avadan û pêşketî be
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
23.09.2015