Kordînatorê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd Hemza Ismaîl di daxuyaniyekê de eşkere kir ku kordînatorê tevgera wan li Efrînê ji roja 22ê Îlonê ve li ser destê 4 kesên çekdar hatiye revandin.
Li gorî daxuyaniyê, Ferhad Enwer Mistefa sala 1989an li Efrînê ji dayik bûye û xwendekarê zanîngeha Helebê, beşê zimanê îngilîzî ye.
Her li gorî daxuyaniyê, birayê Ferhad serdana Navenda Asayişa Efrînê kiriye û Asayişê red kiriye ku Ferhad li cem wan girtî be.
Kordînatorê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd bang li wan aliyan dike ku xwe di ber parastina asayiş û selametiya hemwelatiyan de berpirs dibînin û ji wan dixwaze ku çarenivîsa Ferhad diyar bikin û hewla rizgarkirina wî bidin. Rûdaw