Serrûpel Nûçe PKK: Emê êrîşî bajarên Tirkiyê bikin!

PKK: Emê êrîşî bajarên Tirkiyê bikin!

Belav bike

Cemîl Bayik diyar kir kir heta dewleta tirk ‘hebûn û mafê kurdan’ qebûl neke, wê rewşa aloz û şer dewam bike; ew jî xweseriya demokratîk e. Herwiha derbarê êrişên Tirkiyayê yên li ser gelê bê çek û cebilxane jî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ew dê mirovên bêguneh bêxwedî nehêlin û wan biparêzin.

Bayik got: ‘Me xwest, pirsgirêka kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de bi riyên siyasî û demokratîk çareser bikin. Tercîha me hîn jî ev e. Herwiha gelê me û gelên Tirkiyayê ya ji bo pirsgirêka kurd çareseriyeke bi riyên siyasî û demokratîk dixwazin. Bêguman ev êrîşên dewleta tirk wan daxwazên maqûl qels dikin.

Cemil Bayik got: ‘Gerîlayên me hîn jî yek ji deh parên hêza xwe ya leşkerî bi kar neaniye; hîn jî daneketiye nava bajaran. Bi tenê li hemberî polêsan çalakiyên bersivdayînê pêk tînin. Eger dewleta Tirk di vê astê de êrişî gelê sivîl bike, wê şer di nava sînorê Kurdistanê de nemîne; şer wê li Tirkiyayê jî belav bibe.’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemil Bayik eşkere kir û got: ‘Li Stenbol û li Edeneyê li dijî qereqolan çalakî hatin kirin. Me ev çalakî sekinand. Lêbelê dewleta tirk êrîşên xwe nasekinîne, bajarên Kurdistanê dorpêç dike, dişewitîne, hildiweşîne. Li hemberî vê rewşê, gerîlayên me neçar e hîn bêhtir bikeve dewrê.’