Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan, beşdarî bernameyakê ya televîzyna Med Nûçe bû derbarê rojevê û pêwendiyên PKK û PDKê de daxuyanî da.
Duran Kalkan diyar kir di navbera PKKê û PDKê de pirsgirêk û nêrînên cuda hene, lê ji bo çareserkirinê hin gav hatine avêtin.
Kalkan derbarê vê yekê de wiha got: “Di wan demên dawiyê de ji bo çareserkirina nêrînên cuda hin gav hatine avêtin. Her du partî hemramanên pirsgirêk bi diyalog, nîqaş û hevdîtinan were çareserkirin. Têkiliyeke bi pevçûn a PKK û PDKê nîne û dê ti carî çênebe. Bila hemû kes jî vê yekê bizanibe.”
Kalkan anî ziman, ên ku dixwazin baweriya xwe bi pevçûnan bînin û bi wî rengî siyaseta bimeşînin di nav şaşiyê de ne û wiha got: “Em hêvî dikin diyaloga heyî dê zêdetir pêş bikeve û pêşî li ber çareseriya pirsgirêkan a bi rêyên demokratîk were vekirin. Em di qonaxek bi vî rengî de ne.”
Herwiha Duran Kalkan pêşniyariya kombûna Kongereya Neteweyî ya Kurdî û gerîlayên PKKê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi yek fermandariyê de kom bibe.
Rola Rûsyayê
Kalkan destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku ya Rûsya dike, hewldana dizîna rolê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê da xuyakirin ku yê li hemberî rêxistina DAIŞê li ber xwe da hêzên Kurdan e got:
“Rûsya ya ji valahiya derket holê sûd wergirt û dest li Sûriyeyê werda, ji bo çareseriyê xwedî bernameyeke cidî nîne û ti tifaqa wan bi hêzên kurd ên li hemberî DAIŞê têdikoşîn re nîne.”
Kalkan wiha domand: “ Armanca Rûsyayê ne şerê bi DAIŞê re ye, armanca wê dizîna rolê ye.” Rûdaw