Serrûpel Nûçe PDK: Newşîrwan Mistefa berpirsê tevlîheviyê ye

PDK: Newşîrwan Mistefa berpirsê tevlîheviyê ye

Belav bike

“Welatiyên xweşewîst û xweragir ên Kurdistanê…

Wek tê zanîn, di çend rojên borî de hejmarek karên têkdanê li hember hin baregehên PDKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Germiyan di bin navê xwepêşandanên cemawerî de, hatin pêkanîn. Bi rastî, ew xwepêşandan ne ji nişkê ve bûn, lê belê pilanên pêşwext ji wan bûyeran re hatibûn danîn, ew jî bo têkdana rewşê û êrişkirina ser baregehên me, di dema ku PDKê bi hemû hêza xwe mijûlî bergiriyê ye li axa Kurdistanê li hember terorîstên DAIŞê.

Em Newşîrwan Mistefa û hevalên wî wek berpirsê yekem ê wî karê têkder û dirustkirina aloziyê dizanin û dê bersiva me ya guncaw hebe, herwiha bi piştrastî divê xwediyê wan pilanan berdêl û baca van destdirêjiyan bidin.

Di heman demê de, em dezgehên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wek kêmtir xem di parastina baregehên PDKê de dizanin. Ew jî di dema ku dezgehên PDKê bi ti awayî neberpirs in ji hebûna kêmasî û nebûna xizmetan li wan navçeyên ku alozî lê derketine, ji ber ku diyar e berpirsyaretiya îdarî û xizmetguzariyan wan deveran dikeve stûyê YNKê û Goran de.

Herwiha em dezgehên asayişê û hêzên ewlehiyê û îdareya YNKê li wê navçeyê wek berpirsê parastina baregehên xwe û ser û malên endam û kadiro û cemawerên xwe dizanin.

Welatiyên birêz û xweşewîst…

Heta niha PDKê hêminya navçeyên bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê parastiye, ew jî ji ber berjewendiyên bilind ên gelê me û heta niha ti pêngav navêtiye bo jinavbirina wê distdirêjiyê û pilana wan a nerewa, lê îro û heta vê demê jî Newşîrwan Mistefa û dostên xwe her rijd in li ser cihbicihkirina pilana xwe, lewma PDKê bi mafê xwe yê rewa dizane, ku bi çi pêngavege guncaw rabe bo jinavbirina vê tevliheviyê û vê pilana têkdanê.

PDK wek pêngava yekem xwe azad dibîne di pêdeçûna di rêkeftinên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û rêkeftinên ligel tevgera Newşîrwan Mistefa de.

Cemawerê xweragir ên Kurdistanê…

Baweriya PDKê tenê bi serkeftina gelê me li ser dijminên cuda û mafê rewa yê gelê me û çareserkirina wan pirsgirêk û qeyranên ku rastî me hatine, heye. Em ji vir daxwaz ji endam û kadiro û cemawerê xwe têkoşer ên PDKê dikin ku ti karekî çekdarî nekin û hêminiya bajar û bajarokên Kurdistanê biparêzin, herwiha wek hercar bi awayekî berpirsyarane reftarê ligel rewşê bikin. Serkeftin bo gelê me.

Bijî kurd bijî Kurdistan…”