Sefîrê Emerîkî Frank Rikî Ardon, ji PYD daxwaz kir ku li ser heman helwestan bimîne û rû bi rûyî Tirkiyê nebe û eger PYD helwesteke şaş li hemberî Tirrkiyê bistîne ewê wê yekê qebûl nekin û li dij derkevin.
Rîkî Ardon her wiha got, ewê tu caran qebûl nekin ku di şerê di navbera PKK û Tirkiyê de PYD piştgiriya PKK bike, eger tiştekî wiha çêbibe, wê demê ewê jî muameleyan PKK bi PYD re bikin.
Sefîrê berê yê Emerîkî û cîgirê serok Konseya Atlantîk, bal kişande ser wê yekê ku ewê rê nedin ku PKK axa Sûriyê û PYD li dijî Tirkiyê bi kar bîne.