Serrûpel Nûçe “Dinya bi me dikene!“

“Dinya bi me dikene!“

Belav bike


 

Çima?

 

Dabeşkirina herdu herêm û herdu desthilatan berdewam e. Kurdistan yek welat e, Kurd yek gel in. Lê partiyan ew biçûk kirine, ew zivirandine “herêman”. Tevî hin yekîneyên hevpar jî, hêzên pêşmergeyan û karûbarên sîxuriyê di nav partiyan de hê dabeşkirî ne. Heman dabeşkirin, di sazûmana dadî, hatîniyên petrolê û qad û saziyên din de jî heye. Erê hikûmeta navendî heye, lê kîjan partî dixwaze, li herêma xwe çalakî û saziyên partiya din qedexe dike. Heya ku partî, ser navê hikûmetê jî wan qedexekirinan dikin. Ev vajitî, di bûyerên dawî de eşkere ne.

 

Bi nav, civakeke sivîl û rêxistinên wê hene. Bi rastî, pîvaneke ewleyî û yekbûna netewî, asta zexmbûna civaka sivîl e. Lê partiyan bi aboriyî civak, kom û dezgehên wê bi xwe ve girê dane. Herwiha civak û rewşenbîran jî, ji dabeşbûnê têr para xwe wergirtine. Divê şermiya dubendiya siyasî ya berê, bi ti awayî xwe dubare neke. Derman, hişmendiya hemdem a netewî û gavavêtinên girseyî û şoreşkerî ne. Mixabin nebû û nabe. Bi wê tevgera xwe, partî nikarin wê erkê bînin cih. Û ya xerabtir; dibe partî jixwe qet naxwazin statukoya dabeşkirî biguherînin.

 

Serdem guherîye, dinya guherîye, civak guherîye. Lê partî hê dixwazin kirasê berê li civakê bikin. Simbêl boyaxkirî ne. Cilûberg heya bêjî piha ne. Stûyê hermetan weke pêşangeha zêrkeran e. Trimbêl qerase ne. Lê mejî yê berê ye, kevnare ye. Ew mejî, li îro nayê. Ew mejî nikare civakê biguherîne. Dibe di bûyerên dawî de hin partî, bi plangerî û bi mebestên kirêt tevgeriyabin. Dibe xemsariya rêvebiriyê, bertek heq kiribin. Dibe tiliya dewletên cîran, di bûyeran de hebe. Lê sedemê bingehin, em bixwe ne. Xemsarî û kêmasiya me, rê dide ku cîranên xêrnexwaz bi me bileyizin. Divê em dev ji mehneyan berdin. Divê em berê rexne û berketên xwe bidin qelsiya xwe.

 

Ma em bêçare ne?

 

Na. Ji ber ku; Civakeke dilxwaz, welatparêz û dînamîk a bi mîlyonan heye. Bi sedhezaran çekdarên profesyonel û yên xwebexş hene. Dîrokeke serfiraziyê ya berxwedanê heye. Mîrata hêja ya şehîdan heye. Zanîngeh û bi sedan saziyên perwerde, civakî û ragihandinê hene. Tevî çilekiya komên sereke jî, têra civakê hatiniyên petrolê hene. Li himberî çolên ereban, çiya û nevalên kurdan hene. Hemû ava Îraqê, ji çiyayên Kurdistanê diherike. Petrol tinebe jî, zevî, fekî, daristan û geliyên bi xêr û bêr, têra civakê dikin. Ev cara yekemîn e, ku devletên serdestên kurdan bi awayekî dijwar ketine qirika hev. Ku lihevhatina wan, karesata kurdan e. Ev cara yekemîn e, ku di qada navdewletî de ji bo Kurdan dilgermiyeke wisa geş çêbûye û ew keyseke bêhempa ye. Ma ti kêmasî maye? Erê: Yên xwe li serokatiyê datînin, ji vîzyona (şiyana) rêveberiyê bêpar tevdigerin, ji daxwaz û dînamîzma civakê dûr in, heqê keysê nadin. Mixabin hê jî ew, tiralî û laşgiraniya xwe weke “behremendiyê”, xwe jî weke “kesayetên jêneveger” pêşkêşî me dikin.

 

Dinya bi me dikene!

 

Ji ber ku; Em li seranserê dinyayê netewa herî mezin a ku bêdewlet in. Şer li welatê me dibe, lê em hê ji stratejiyeke hevpar bêpar in. Her kes ji me di bendewariya îlankirina dewletbûnê de bû, lê em bi şerê bêwate yê partitiyê, wê bendewariyê dikujin. Em pesn û zirtê xwe didin. Lê em di platformên siyasî yên diyarker de tinene. Li Bakur Enqere, li Rojhilatê Tehran, li Rojavayê Şam, li Başûr jî hê Bexda li ser navê me diaxife. Hê navê me tenê di parastina sînorên dewletên serdest de dibore. Were em jê re bêjin, “milîsiya welatparêz!” Wateya pişt-mizdanê, ev e.

 

Ji ber bûyerên dawî ên Başûr, ên qala dewletbûna kurdan dikin, heya bêjî kêm bûne. Berevajiyê, binavkirina “şerê navxweyî yê lareşî yê kurdan” derdikeve pêş. Ma sedemê vê encamê, ne em bixwe ne? Şengal hê êsîr e, hê bi hezaran xweh û dêyên me di destê wan hovan de kole ne. Heya ew rûreşî berdewam bike, ma mirov dikare qala serfiraziyekê bike? Em ji ber bûyerên dawî, ji kerban xwe dixun. Gelo ewên bi şerê partitiyê hêviya me dikujin jî, li ber dikevin? Bila ew vê baş bizanibim: Bêyî ewleyiya netewî, ti wateya dewlemendiyê kesayetî û partitiyê tineye. Ewleyiya netewî, ne dabeşbûn e, lê yekbûn û dewletbûn e. Bêyî serxwebûnê, her statûko berdewamiya koletiyê ye.

 

Pirs, ne mafdar an niheqbûna vê an wê partiyê ye. Lê qelsiyeke hevpar, pirsgirêkeke hevpar, erkeke hevpar heye. Bûyerên dawî, partiyan û serokên wan biçûk dike. Ma bihevre hewldana çareserkirina pirsan pê ve, ti rê heye? Nexwe wê ew her biçûktir bibin û wê ji şermî û rûreşiyê dîrokê nefilitin. (Ji Rûdaw)