Serrûpel Nûçe Serokwezîr ligel wezîra derve ya Swêdê civiya

Serokwezîr ligel wezîra derve ya Swêdê civiya

Belav bike

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku viyabû zûtir ev serdan bihata kirin, lê derfeta serdana bo herêma Kurdistanê niha çê bû.

Walstrom behsa armanca vê serdanê kir û got ku, ew hatine piştevaniya xwe di hemû waran de ji bo herêma Kurdistanê nîşan bidin û got ku  Swêd amadeye di hemû waran de hevkariya herêma Kurdistanê bike.  Wê gor ku fermandarên leşkerî yên pispor yên swêdî li herêma Kurdistanê hene û li ser meşiq û rahînana pêşmerge berdewam dibin.

Şandeya Swêdê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîstên DAÎŞê û mêrxasî û azayetiya wan li bereyên şerî ku, bergiriyê ji herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikin, bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana giringa şandeya Swêdê bo herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên taybetî digel xelk û hikûmeta Swêdê hene û li ser navê xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya hevkarî û alîkariyên ji aliyê Swêdê pêşkeş bi herêma Kurdistanê tên kirin, kir.

Serokwezîr got ku xelk û hikûmeta Swêdê di demên zehmet û dijwar de alîkariya kurdan kiriye û hijmareke zêde ya kurdan weke penaber hewandine.

Serokwezîr tekîd kir ku xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê amadene têkeliyên xwe bi Swêdê re di hemû waran de pêşbixin.

Gotûbêjkirina rewşa Îraqê û herêmî bi giştî aliyekî din yên civînê bû.