Serrûpel Nûçe EAHK: “Lahûr Talebanî rast nabêje“

EAHK: “Lahûr Talebanî rast nabêje“

Belav bike

Berpirsê Dezgeha Zanyarî Lahûr Talabanî li paytexta Amerîkayê Washingtonê di konferansekê de derbarê pêkhate û berpirsên herêma Kurdistanê de nirxandin kiribû. Talabanî gotibû Amerîka weke alîkarî dide PDK’ê, nade YNK’ê.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê bersiv da van daxuyaniyan û diyar kir ku ev tohmetên bê bingeh û siyasî kirina karên ewlekariya Herêma Kurdistanê ne û dûr in ji rastiyê.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê dibêje ew bi rêkûpêk civînên xwe encam didin û di her civînê de bang li Lahûr Talabanî jî dikin lê ew bi hêcetên cûda amade nabe.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku navenda operasyonên hevpeymanan li Hewlêrê ye, ligel Wezareta Pêşmerge di nava hemahengiyê de ye û bo parastina ewlekariya tevahiya Herêma Kurdistanê kar dike. Lewma jî pêwendiya wan bi berjewendiyên kes an jî aliyan nîne.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê dibêje fermandarên pilebilind jî di vê navendê de kar dikin û Cefer Şêx Mistefa jî yek ji wan kesan e ku di heman demî de Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ye.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê dibêje Talabanî bê agahe û ne şarezaye di şer de herwiha naxwaze ligel hêzên hevpeymanan kar bike û li şûna wî li gel Heşdî Şe’bî li Kerkûkê û Xaneqînê kar dike. Lewma ev yek jî dibe sedema îstîxbaratên xelet û ku ev jî ji bo Pêşmerge dibe metirsî.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê dibêje Lahûr Talabanî weke endamekê encûmenê divê xwe ji siyasetê dûr bigirta.

Talabanî gotibû ku Mesûd Barzanî jî nebûye Serokê Herêmê û weke Serokê PDK’ê maye.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê bersiva da van îdîayan jî û got ku Barzanî bi bêyî cûdatî serokatiya herêmê û fermandariya hêzên Pêşmerge kiriye û di hemû bereyan de weke pêwîst amade bûye.

Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê dibêje ev nêrîn yên Talabanî yên şexsîne û ew nûnertiya encûmenê nake.