Serrûpel Nûçe “Êdî Ocalan û HDP ne muxateb in”

“Êdî Ocalan û HDP ne muxateb in”

Belav bike

 
Piştî ku serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragihand ku êdî qonaxa nû li tirkiyê qonaxa yekîtî û biratiyê ye û tekez kiriye ku niha ewê ji bo çareserkirina pirsa kurd li gel pêkhateyên cuda yên civakê û xelkê kom bibin û ewê bibin akterên sereke yên çareseriyê û êdî Ocalan û  HDP muxatab nayên wergirtin.
 
Medyayên tirkiyê ragihandine ku li gorî wê plana nû ya Tirkiyê, êdî cudabûn û xweserî nayêne gotûbêjkirin. Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo qonaxa nû wê hinek guhertinên yasayî bêne kirin, lê di wan guhertinan de rola PKK, Ocalan û HDP nîne.
   
AK partî dixwaze ji niha û pê ve pakêcên nû yên di warên aborî û yasayî de bîne rojevê û di nava parlamentoyê de guhertinên yasayî bike, lê heya bidawîhatina terorê muzakere nayên encamdan û tu maseyeke gotûbêjan jî nayê çêkirin.