Serrûpel Nûçe Barzanî banga Efrînê kir: Em bi we re ne

Barzanî banga Efrînê kir: Em bi we re ne

Belav bike

                                             

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dorpêça komên tundrew li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gellek dilgiran e û ji ber wê jî bangek awarte li civaka navdewletî, aliyên têkildar û rêxistinên xwêrxwaz ên navdewletî kir.

 

Li gor daxuyaniyê, Mesûd Barzanî ragihand, bo şikandina dorpêça li ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hewldanek ciddî pêwîst e û ji bo gihîştina alîkariyan mirovî bo herêmê daxwaza vekirina korîdorekê kir.

 

Barzanî bang li civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar kir, ku li hember bajarê Efrînê di asta berpirsatiyên xwe de bin û got: “Bo Efrînê her kes ewa ku dikeve ser milê wê, gerek pêk bîne. Herêm di bin dorpêçek ciddî de ye. Bo wê yekê demildest çareseriyek were dîtin û pêwîst e em dest bi tevgerê bikin.”

 

Barzanî di berdewamiya daxuyaniyê de dibêje: “Demek dirêje Efrîn rastî êriş û dorpêça aborî û leşkerî ya tund û berfireh a komên tundrewên wek Eniya El-Nusra hatiye. Lê belê ew êriş û dorpêç di hefteya herî dawî de zêdetir bûne. Ji aliyekê din ve, bi wê yekê nesekinîne û dest bi topbarankirina gund û bajarokên derdora Efrînê jî kirine.”

 

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, ku xelkê Efrînê rûbirûyê gefa mirinê hatine û li bajar bi awayeke ciddî pêwîstî bi derman û kelûpelên xwarin û vexwarinê hene û ji ber wê jî bang li rêxistinên xêrxwazî yên navdewletî kir, bo gihandina pêwîstiyên sereke yên jiyanê û vekirina korîdoreke mirovî û ji bo ku bi hawara rûniştvanên herêmê ve biçin, desst bi kar bin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: “Em wan êrişên qirêj û derveyê mirovatiyê yên li hember birayên me yên li Efrînê şermezar dikin. Ez hêvî dikim di demek kurt bi dawî werin.”

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê gellek bi tundî wan karên girêj û nemirovane yên li hember xwîşk û birayê me yên li Efrînê şermezar dikin. Di heman demê de nebûna xwarin û derman dilgiraniyên me zêdetir kirine ku gefek ciddî xistiye ser jiyan û debara rûniştvanên bajêr.

 

Di dema êrişên çekdarên DAIŞê bo ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi çend daxuyaniyan banga alîkariyan li civaka navdewletî kiribû.

Her li ser hewlên Barzanî, piştre korîdorek ber bi Kobanî ve hat vekirin û hêzên pêşmerge bo alîkariya şervanên YPGê çûne Kobanî. Rûdaw