Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD li Efrînê 16 sivîl girtin

Asayîşa PYD li Efrînê 16 sivîl girtin

Belav bike
Duh li bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê, çekdarên PYDê hejmarek ji endamên komeleyên Xêrxwazî, çalakvan û rojnamevan girtin.

Hin çalakvan ji Rojava News re ragihandin ku ji bilî girtinê, çekdarên PYDê hemû kel û pelên komela Bûhar ya xêrxwzî desteserkirin.

Li gorî heman jêderan ku hejmara girtiyan 16 kesên û navê wan ev in

Bedirxan Mistefa birêveberê bergiriya sivîl û hevjîna wî Nîroz Mistefa , şex Emîn û Zekeriya Zada ku endamên komelaya Şiyê ne, yên din  endamên Komelaya Bûhar in yên bi navê Serbest Kerdo, Dilşan Kenco, Ciwan Omer, Omer Omer, Ferzat Wezîro, Mûrad Qereçol, Rêzan Hemdoş , Mihemed Şakir Betal Zada , Mîdiya Mistefa û Cîhan Misto ku di heman demê de jî rojnemavan e. Nalîn Hesen – Rojava News