Serrûpel Nûçe Demirtaş: Ez ne nûnerê PYD me

Demirtaş: Ez ne nûnerê PYD me

Belav bike

Ez ne nûnerê PYD me ku ji ber wê ve biaxifim, lê me behsa Kurdên Sûriyê kir, me behsa helwesta Tirkiyê li hemberî Sûriyê kir. Min bi navê Kurdên Sûriyê tiştek ji Rusya nexwest, jixwe mafê min jî tune ye, bi navê wan tiştekî bixwazim. Nûnerên wan hene, partiyên wan hene, eger tiştek were xwestin ewê bixwazin. Me weke HDP behsa helwesta Tirkiyê di derbarê krîza Sûriyê kir. Min li hember medyayê jî got, di civînên girtî de jî min got, pêşeroja Sûriyê gelê Sûriyê diyar dike. Bila kesek ji derve mudaxele neke û kesek hukmê xwe li ser Sûriyê ferz neke. Bi ragihandina agirbestekê re û bi destûreke nû, pirsgirêk çareser dibin. Kurd jî ji diyalogê re vekirî ne, li dijî DAIŞ jî şerekî birêve dibin, divê dinya jî li hember Kurdan ne bêdeng be, divê piştgiriya Kurdan were kirin, ez nabêjim ev partî yan ew partî, li wê derê bi kurdan re hêzên din jî şerê daiş dikin, divê alîkariya wan jî were kirin.