Serrûpel Nûçe PYD li Efrînê serkirdeyekî PDK-S girt

PYD li Efrînê serkirdeyekî PDK-S girt

Belav bike

Ligel wî gelek endamên din yên PDK-S ji aliyê asayîşa PYD ve hatine girtin. PYD qedexe kir ku li Efrînê ENKS bi komkirina îmzeyan rabe. Weke tê zanîn ENKS ji bo ku wan îmzeyan radestî Neteweyên Yekbûyî bike û pirsa Kurd bîne rojeva Cinêv 3 bi wê kampanyayê rabû ye.
Hisên Ibiş endamê Komîteya Navendî ya PDK-S ye û serokê ENKS şaxê Efrînê ye.
Kurê Hisên Îbiş, Ronî Îbiş li ser rûpela xwe ya Facebookê ji asayîşê xwest bavê wî serbest berdin.