Serrûpel Nûçe FLAŞ: Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê (vîdyo)

FLAŞ: Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê (vîdyo)

Belav bike

 

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî derbarê vê serdanê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro pênşemî 28ê Çile Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Tirkiyê. Mebesta serdana Nêçîrvan Barzanî beşdarîkirin di merasîma sersaxiya kesatiyê navdarê Tirkiyê Mustafa Koç bû ku hefteya borî koça dawî kir.”

 

Samî Ergoşî got: “Nêçîrvan Barzanî pêwendiyek dostane ligel xwedê jê razî Mustafa Koç û malbata wî heye û piştî ku beşdarî di mersîma sersaxiya wî de kir, her îro êvarî cardin vegeriya Herêma Kurdistanê.”

 

Sibehiya roja pêşemiya borî 21ê Çile Serokê Koç Holdingê Mustafa Koç ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da. Hatibû gotin, Koç dema ku mijûlî werzişkirinê bûye, rastî celteya dil hatiye û ber bi nexweşxaneya giştî ya Beykoz li bajarê Stenbolê hatibû veguhastin û piştre jî bo nexweşxaneya amerîkî ya ser bi Weqfa Wehbi Koç ve hatibû şandin.

 

Li wê nexweşxaneyê zêdebarî hemû hewldanên pizîşkan rewşa tendirustiya Mustafa Koç nehta çareserkirin û jiyana xwe ji dest da.

Mustafa Koç serokê şîrketa mezina bi navê Koç Holding li Tirkiyê ye ku zêdetirî 70 şîrket û komên bazirganî di nav Tirkiyê û dervayê Tirkiyê de ser bi wê şîrketê ve ne.

 

Herwiha Mustafa Koç xwediyê hotelên zincîreyî yên bi anvê Dîwan e jî, ku hotêleke wî li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jî heye. Herwiha xwediyê 15 hotêlên bi vî navî li çend cihên din ên cîhanê ye.