Serrûpel Nûçe Emîne Ayna dest ji siyasetê berda

Emîne Ayna dest ji siyasetê berda

Belav bike


 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Emine Ayna bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dest ji siyasetê berdaye. Ayna ku ev bi salane di nava siyaseta tevgera kurd bi awayekî çalak siyasetê dike, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê dest ji siyasetê berdaye û balkişand ser rewşa birîndarên li Cizîrê ku ev bi rojane di jêrzamîna avahikê de dibin dorpêçê de ne û ev tişt  anîn ziman: “Ez bawer nakim ku bi feraseteke ku hem li saxan hem jî li miriyan îşkence dike, goran jî malan jî xera dike û dişewitîne, çareseriyeke siyasî pêş bikeve.”

 

Ayna di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku biryara wê biryareke şexsî ye û ne biryareke ku bi parti û rêxistinê re hevpar girtiye. BAS