Serrûpel Nûçe Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê dibe

Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê dibe

Belav bike

 

Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem û serokên 23 welatan ji wan jî serok wezîrê Rûsiya, Ukraniya, Îraq û Poloniya beşdarin, wezîrên karên derveyên weke Elmanya, Frensa, Rûsiya û Emerîka, Wezîrê Berevaniya Brîtaniya, Elmanya û Frensa jî beşdarin, ev nav heya niha ji aliyê rêvebiriya konferansê ve hatine eşkerekirin.

 

Wezîra Berevaniya Elmanya Ursula von der Leyen dosta nêzîka gelê Kurd wê konferansê roja Îniyê sernavê welatê xwe vebike, wê hin peyv bên xwendin û bixêr hatina serok û wezîr û şandên mêvan bên kirin, yek du panêl jî wê bên bi rêvebirin.

 

Rojên duyê û sêyê bi fermî wê hevdîtin navbera şandên welatan, serok û wezîran de pêk bên, herwiha wê çendîn panêl bên birêvebirin, dibe ku şandeke kurdî jî beşdarî bike û di panêlekê de behsa rola qehremaniya Pêşmergeyê Kurdistanê û xweragirî û pêkve jiyana gelên li Kurdistanê bê kirin, herwiha wê daxwaza zêdetir a alîkariya navneteweyî bê kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ev sala  52 ye Konferansa Asayîşa Cîhanî li bajarê München tê sazkirin, bo cara yekê sala buhrî di konferansa 51an de şandeke asta xwe bilind û weke Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî beşdarî kir, babetên giringên îsal şerê li dijî DAIŞê û çawaniya bergirîkirin û parastina gelên herêmên şer tê de têkirin, rewşa Sûriyê û zêdebûna penaberan û rêgirtin li wan û vedîtina rêyên çareseriyê.

 

BasNews yekem dezgayê Media Kurdî bi fermî hatibu vexwendin bo vî Konferansî ew ji sala 2015an bu, îsal jî bi fermî hatiye vexwendin. Bas