Hikûmeta Sûriyê ciwanekî Kurd ji bajarê Qamişlo îdam kir.
Li gorî çavkaniyê, Şêrzad Edhem Mihemed berî 4 salan li bajarê Qamişlo ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi tohmeteke siyasî hatibû girtin.
Li gorî heman çavkaniyê, ciwanê naborî 4 salan di zîndana Hesekê de girtî mabû û paşê ji bo Şama paytext hatibû veguhestin.
Çavkaniyê da zanîn ku li Şamê, Şêrzad Mihemed bi îdamê hatibû mehkûmkirin, hikûmê wî hatibû cîbicîkirin û cenazeyê wî jî li Qamişlo teslîmî malbata wî kiribûn.