Serrûpel Nûçe Barzanî: Pêwîstiya me bi alîkariyê heye

Barzanî: Pêwîstiya me bi alîkariyê heye

Belav bike


Serokwezîr pîrozbahiya roja niştîmanî û roja rizgariyê  ji Konsulê Kuweytê, serokatî û gelê Kuweytê kir û hêviya serketinê ji Konsulê Kuweytê re li Herêma Kurdistanê xwest.

Her du aliyan behsê rewşa herêma Kurdistanê û şerê dijî terorê  kirin, bi taybetî qeyrana darayî û rê û şûnên çareseriyê û her wiha pirograma reforma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina qeyanê û berhingar bûna vê rewşê kirin.

Her wiha pûdagirî li ser rewşa Îraqê û piroseya siyasî û giringiya beşdarî kirina hemû alî û pêkhatiyên netewî , tayfî û siyasî di vê piroseyê de kirin û bal kişandine ser pilana rizgar kirina bajarê Musilê ,  bi alîkarî û hev ahengiya navbera Pêşmerge, Supahê Îraqê û hevpeymaniya navdewletî.

Têkilyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdisatanê û Hikûmeta Federala Îraqê û dawîn serdana şanda Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê û her wiha hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê li Konferensa Asayişa Munich li Almaniya pareka din ya civîna Serokwezîr û Konsulê Kuweytê bû.

 Nêçîrvan Barzanî derbarê vê pirsê xuya kir Hikûmta Herêma Kurdistanê çareser kirina pirsgirêkên tevî Bexdayê bi rêya diyalog û ji hev têgihiştinê li servey karên xwe danaye û amadeyî ya Herêma Kurdistanê jî bo her despê kiriinekê nîşan da.

Ev yeke jî got: Herêma Kurdistanê di rewşeka dijwar de ye û bo vê yekê jî pêwîstî bi piştîvaniya welatên deverê, bi taybetî welatên erebî û Kendava Erebî heye.

Derbarê rewşa navxweyî de jî xuya kir: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser reformên bingehîn micit e û hemû riyekê ji bo bi cih anîna stratejiya reformê bi kar tîne û bi hemû awayekê hewlê dide jêderên din bo dahatê vebîne û bikete elternatîva petrol û gazê.

Konsulê Giştiyê Kuweytê sipasiya alîkarî û hev ahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê kir û ragihand têkiliyên wan tevî saziyên Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê baş e û li ser karên mirovî li Herêma Kurdistanê berdewam dibe û sermayedarên welatê xwe jî han dide bihên li Herêma Kurdistanê weber anînê bikin

Her wiha dilgiraniya xwe jî li hember bandora nerênî ya kirîza darayî li ser rewşa îro ya Kurdistanê nîşan da.