Serrûpel Nûçe Hevdîtinên Cinêvî 14 Adarê dest pê dikin

Hevdîtinên Cinêvî 14 Adarê dest pê dikin

Belav bike

Şanderê Navdewletî ji bo kirîza sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku danûstandinên Cenêvê herî dereng wê 14ê adarê destpê bikin.

Berdevka şanderê navdewletî ji Medyayî re ragihand ku De Mistura bi niyete ku roja 14ê adarê dest bi danûstandinên Cenêvê di navbera şandên hikûmet û opozisyona sûriyê de dest pê bike.

Berdevka De mistura aşkere kir ku şanderê navdewletî dixwest ku danûstandin roja nehê adarê destpê bikin, lê bi gotina wê, şandên danûstandinan rojên 12, 13 û 14 adarê bighêjin Cenêvê.

Li gorî berdevka De Mistura, ev paşketin bi sedema hin hokarên lojestîk  ên girêdayî pêşangeha navdewletî ya otomobîlan li Cenêvê ye.