Serrûpel Nûçe Divê dest bi dana hemû curên pêşîneyan bê kirin

Divê dest bi dana hemû curên pêşîneyan bê kirin

Belav bike

  

Duhî (25/6/2012) bi serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed civata wezîran civiya bû. Di civînê de li ser fermana Nêçîrvan Barzanî biryar hate wergirtin ku sibê (îro-26/6/2012) pêşîneya xaniyan, zewac û qerz û hemû qerzên din li ser welatiyan bêne belavkirin. Her weha mijareke din ya civînê rewşa trafîkê bû. Li gor MHHK’ê der barê vê mijarê de ev biryar hatin wergirtin:


“- Yên yasayên trafîkê bin pê dikin divê bi giranî bên ceza kirin. 
– Kamerayên kontrolê li ser rêyan, bi taybetî li ser rêyên dervey bajaran, bên danîn. 
– Zêdekirina nîşanên trafîkê li ser rê, cade û kolanan. 
– Ji bo cîbicîkirina xalên li jor divê wezareta navxwe û wezareta avadankirinê hevahengiyê bikin. 
– Dest bi hişiyarkirneke berfireh li ser yasa û rênîşanderên trafîkê bê kirin û ew di programê xwendinê de bê tesbît kirin û wezareta perwerdeyê amadekariyan bo bicîanîna vê armancê bike. 
– Wezareta navxwe bi rêya kanalên ragehandinê, amadekirina bername û reklamên cihê, dest bi kampaniyayeke hişiyarkirinê bike û metirsyên wê ji xelkê re diyar bikin.” Ji aliyekî din ve civînê biryar da ew karmendên (piraniya xwe mesîhîne) ji ber egera terorê ji başûr û naverasta Îraqê reviyane Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê meaşê wan biriye, meaş bide wan karmendin û mifayê ji pisporî û şarezayêyên wan bibîne. Ji bo wergirtina xwendevanan li peymangeh û zanîngehan jî biryar hat dayîn komîteyeke taybet bê avakirin.

 

Avestakurd