Barzanî di hevpeyvîneke xwe ligel televîzyona SKY News, ku wê sibe roja çarşemê (16-03-2016) were weşandin, dibêje ji ber perçebûna di nava Kurdên Sûriyê de wan gelek tişt ji dest xwe wenda kirin, ji destpêka bûyerên Sûriyê de, ez weke birayekî bi hemû aliyan re civiyam, ji ber ku ez rê nadim xwe destêwerdanê bikim, min got ji bo hemû rengê alîkariyê amade me, min got biryarê bidin yan yan ligel
rêjîmê bin, yan jî li dijî rêjîmê bin.
Barzanî got, nakokiyên kûr di nava Kurdên Sûriyê de hene, ne opozîsyon mafê gelê Kurd dide, ne jî rêjîm, nizanim ber bi ku ve diçe.