Serrûpel Nûçe Emerîka: PYD û YPG ne terorîst in!

Emerîka: PYD û YPG ne terorîst in!

Belav bike

Li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de Toner, li ser pirsa hun PYDê rêxistineke çawa dibînin? got, di siyaseta wan de ya ku PKK rêxistineke terorîst ya biyanî ye tu guhertin çênebûye, lê PYD rêxistineke cuda ye.

Toner da zanîn ku wek gelek grûbên din ên şerê DAIŞê dikin ew li bakurê Sûriyê bi PYD an jî YPGê re kar dikin û ev karê hevbeş jî wê berdewam be. Toner, got her çiqasî ew hevkariya PYDê dikin jî lê di navbera wan de nerînên cuda hene.

Herwiha got ku ew piştgiriya wê hewldana PYDê ya nîvxweseriyê jî nakin. Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê got ku ew acizbûna Tirkiyê jî fam dikin lê li gor wan PKK û PYD du rêxistinên ji hev cuda ne.