Serrûpel Nûçe Çek çend projeyan li Kurdistanê bi cî dike

Çek çend projeyan li Kurdistanê bi cî dike

Belav bike

Di civînekê de, bi minasibeta detbikarbûna wê weke konsula giştiya konsulxaneya Komara Çekê li Hewlêrê, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li Êva Derdakova kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û jê re got ku hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar amadene pişgiritya kar û xebatên wê û konsolxaneya Çekê li Hewlêrê bikin.

Di civînê de, Derdakova tekîd kir ku welatê wê dê li ser piştgirî û alîkarîkirina pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de berdewam be. Wê behsa pirojeyên li herêma Kurdistanê bi cî dike weke; sponserkirina kampa Aşitî ji bo koçber û penaberan li Silêmaniyê, dirustkirina avahiya dêrekê ji bo mesîhîyên Alquşê, vekirina kursên pêwît ji bo pizîjkên Kurdistanê li paytexata Çekê, çareserkirina  pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên taybet yên arteşa Çekê û avakirina wan deverên ji bin destê DAÎŞê tên rizgar kirin  kir.

Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên dualî kir û behsa rewşa herêmî bi giştî û Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî kir.