Serrûpel Nûçe Pêşengeha Lamara Mîrangî (vîdyo)

Pêşengeha Lamara Mîrangî (vîdyo)

Belav bike

“BANGA JÎYANÊ” – Pêşengeha Lamara Mîrangî

                                                                                                Tosinê Reşîd

17 – ê meha Nîsanê, li serbajarê komara Gurcistan, bajarê Tbîlîsî, li xanîyê “Mala Kavkazê”, pêşengeha şêwekar Lamara Mîrangî, bi navê “Banga Jîyanê” vedibe. Di wê pêşengehê de dor 35 tabloyan wê bên raber kirin, ku janrên şêwekarîyê ye cihê hildigrin nav xwe.

 

Komkujîya Şengalê û zilm û zora hatîye serê şengalîya, seranser Kurdistan û bi taybetî êzdîxana cihanê hejand. Wan bûyaran û motîvên bi wan re têkel, di vê pêsengehê de cîhekî giring digrin: ‘Laliş’, ku bi stîla şêwekarîya arxîtêktûrî hatîye sêwirandin, ‘Baldara Tawis’ û çendekên mayîn.

Di berhemên Lamara Mîrangî ye şêwekarîyê de, zarok cîhekî giring digrin. Û çendek tabloyên vê pêşengehê, jîyana zarokên Şengalê ye deroder bûyî, bêsitar û bi dûaroja ne dîyar, tînin ber çevan. (‘Ser rêya parêstgehê’, ‘Keça çevkesk’, ‘Sitar dît’, ‘Rêwîtîya ji bo germayê’, ‘Çevên ne zarokî’, ‘Dûaroj ya me ye’) û çendekên mayîn.

                                                ***

Reng di jîyana gelê me de cîhekî hêja digrin. Xalî û emenî, ber, xurc, kincê jina, her yek ji van qey bêjî panorama rengan e, ku harmonîya nebînayî wan bi hev ve girê dide. Heta saqê gora jî bi nîk û nexş dixemilandin. Û ev hizkirina rengan û kêranîna wan, dûarojê bû bingeh ji bo berhemên şêwekarên kurde bi nav û deng; Remzî, Malwa, Kakeyî, Simko Ehmed û gelekên mayîn. 

Dawîya salê 60-emîn û despêka salên 70-emîne sedsalya borî, li serbajarê komara Gurcistanê, Tbîlîsî , deste şêwekarên xort derketin meydanê û çendek ji wan dûarojê bûne şêwekarên bi nav û deng.

Têkçuna Yekîtîya Sovêt û rewşa aborîye giran, ku wê têkçûnê bi xwe re anî, gelek şêwekarên me neçar kirin berî gişkî bi pirsên aborîyê ve mijûl bibin.  Lê hêdî-hêdî rewşa aborî baş bû û çendek ji wan dîsan vegerîyan ser karê jîyana xwe. Lê dîsan ji demeke dirêj pêvîst bû, wekî nivşeke şewekaraye nû derkeve meydanê.  Û niha nonereke wê nivşa nû, Lamara Mîrangî, yekemîn pêşengeha xwe, ya şexsî vekirîye.

Lamara Mîrangî 26 ê Tebaxê, sala 1970 î li bajarê Tbîlîsî, bajarê huner û evînê, ji dayîk bûye. Lamara bi pêşê xwe, yê yekemîn, pispora kîmîyayê ye. Wê zanîngeha Tbîlîsî ye Perwerdeyê ye Dewletê bi dîploma sor temam kirîye û çawan mamosta kîmîyayê li dibistaneke navîn salekê kar kirîye. Lê mêla wê bêtir ser zaniyarîya kompûtêrê û huner bû û ew sala 2002 an dibe xwedîya dîploma duyemîn; bi pêşê grafîka kompyûtêrê û anîmasîya yê. Ji bo biryareke bi vî şêweyî, gerek meriv xwedîyê vîyaneke bi hêz be û Lamara xweya vîyaneke usan e.

Lamara Mîrangî sala 2003 an li stûdîya  “Art-Max”, çawan pispora 3d-grafîkê, dîzaynê, anîmatsiya û vîzûalîzatsîya dest bi karê bi pêşê nû dike. Ew kar berê wê dide cihaneke nû û bi karê bingehîn re tevayî, ew dest bi karê şêwekarîyê dike, di hundurê wê de hunermend serî hildide.

Ji alîkî mayîn ve, ev guhastinên bingehîne di jîyana wê de, çawa ew bi xwe dibêje, ‘bi xwestina Xwedê bûn’.  Ji bo guhastina pêşe û jibartina karê grafîka kompyûtêrê, heta hingê tu planên wê tune bûne. Ew carekê diçe stûdîya grafîka kompyûtêryê û ji bo wê dîyar dibe, wekî ev e daxweza dilê wê.  Û di wê rojê de Lamara Mîrangî dide pey daxweza dilê xwe, bê tirs gavên hêja davêje û roj bi roj ber wê dîmenên jîyaneke hunermendîyê ye nû vedibin.

Ew berê bi akvarêla (rengên avî) kar dike û hê jî giramîya mezin nade şêwekarîye.  Lê ji sala 2005 an, asoyê dîtina wê ye şêwekarîyê fire dibe û ew dest bi sêwirandina tabloyan dike. Ji bo van guhastinên di jîyana xwe de, Lamara dibêje: “Bi texmîna min, jîyana me – bizaveke bê rawestan e, lê ka ber bi pêş, yan ber bi paş, ew bi me xwe ve girêdaye. Wê demê min texmîn kir, wekî jîyana min e dûarojê, bi huner ve girêdaye û min ew rê da pêşîya xwe. Bê guman kesên dor min pişgirîya min kirin, helan dane min. Berî gişkî hevkara min Îrîna Sokolova. Mirovên mîna wê kêm hene, ku xwedîyê talanta taybetî bin – talanta Mirovbûnê, talanta germaya dil. Birê min, xwîşka min jî gelekî alî min kirin. Ez xwe miroveke bextewer dibîninm, berî gişkî ji bo wê yekê, wekî dor min herdem mirovên baş hebûne û hene.”

Ji sala 2010 an Lamara ser malperên: www.artgonavt.ru û www.3d-podium.com kar dike, ku mijara wan modêl kirina 3d û anîmatsiya bû.

Lê di kuncekî dilê Lamara hunermend de daxwezeke pîroz jî hebû; bêtir xizmeta gelê xwe û çanda wî bike. Û sala 2014 an ew malpera www.kurd-art.com vedike û bi xwe rêveberîya wê dike.

Armanca vekirina wê malperê ew bû, wekî bala nivşên nû bikşîne ser mîrata gelê kurde çandeyî. Di nav van du salan de, malperê cî daye kesên ku di huner, çande, wêja gelê me û di dereca kurdnasîyê de, karên hêja kirine. Bi wê re tevayî, tabloyên şêwekaran, galêrêya pirtûkên kurdî, wêneyên kesên navdar, gelek qinyaten video û audio, pirtûkên elektronik, nûçeyên çandeyî û gelek tişten mayîn li malperê cîh girtine.

Hizira malperê bal hunermenda xort payîza sala 2013 dîyar dibe.  Di destpêkê de karê pêkanîna dîzayna malperê wê xweş tê. Paşê ew dibe balkêşîya, ku peydakirina matêrîyalan re girêdayî bû, dû re ew kar jîyana wê ye rojane tijî dike. Karê malperê ji alîkî ve wê şa dike, ji alîyê mayîn ve metel dihêle. Seva van hesînên xwe ew dibêje:  “Min bi xwe texmîn ne dikir, wekî di nav gelê me de ewqas kesayetyên xwedî talent û hewaskar hene. Her mirovek bi çarenûs û sêwirandinên xwe ye bê mînak, cihaneke nû ber mirovan vedike. Her yek, wek Roj, rêya xortan ber bi rojên tê, ronahî dike. Gava bal nivşekê têgihîştina serbilindîyê ji bo hemwelatîyên xwe heye – ew niştimanperwerîyê, hizkirina gelê xwe, bihêz dike.”

Ji sala 2015 an dest pê kirî, Lamara  tabloyên bi rengên rûnî dikşîne, cîhê şêwekarîyê di jîyana wê de fireh dibe.

Ew ji bo karê xwe, yê hunerî dibêje: “Gava berhemên min şabûnê dikin dilê mirovan, ew yek ji min re dibe helan. Ez gelekî jîyanê û mirovan hiz dikim. Ji ber vê jî, di şêwekarîyê de, janra min e hizkirî portrêt in.”

Lamara salên cihê portrêtên şewekara naskirî, pispora gobêlîyêna, Besê Cafarova, artîstê balêtêyî dinêeyan, Vladîmîr Acamov, şayîrê gelê meyî mezin, Fêrîkê Ûsiv, artîstê şanoya kurdî, Şalîkoê Cango, nivîskar û lêkolîner Tosinê Reşîd û gelekên mayîn kişandine. Lamara ji bo şêweyê kar kirina xwe dibêje: “Planên min ji bo dûarojê, hema bêjî tunene, ez bi roja îroyîn dijîm, ser sibê hinek tişt zanîm , hêvîya min dusibe ye. Ez usan dikim, wekî heta karê destê xwe de negihînim dawîyê, dest bi karê nû nekim.”

Heta niha berhemên Lamara yê, ku bi şêweyên cihê hatine sêwirandin: rengên rûnî, akvarêl, komir, li van pêşnengehan hatine raber kirin: li stûdîya “Art-Max”, li mala pêşengeha ye avropî “Jinên gelê min”, pêşengeha “Bihar di dil û gîyana jinê de”, pêşengeha li mûzêxana Hunerên Ciwan, ya Gurcistanê, ku mijara wê êtnîkî, oli bû, pêşengeha “Çêmî Tbîlîsî” li “Mala Kavkazê” û cîhên mayîn.

Berhemên Lamara Mîrangî ye şêwekarîyê, ji alîyê gelek kesan de hatine nirxandin, lê ez ê berî gişkî nirxandina wê bi xwe bînim: “Tabloên min – di derheqa qencîyê, nazikayê û herdemîyê de ne. Di derheqa evînê, jîyanê de. Ew hêvîya jîyaneke nû didin û bang dikin, wekî ji bo jîyanê têkoşînê bikin.”

Di gelek tabloên şêwekar Lamara Mîrangî de derdê dewranê heye û ew derd pirî caran di çevên ‘teyrikên buhuştê’, zarokan de dîyar dibe, çi ku tesîr, bandora wan tabloyan ser mirovan hê bi hêz dike.

Pispor û hevkara Lamarayê, Îrîna Sokolova seva berhemên Lamara yê dinvîse;

Lamara Mîrangî û tabloyen wê – cihaneke ecêb, ya hesîn û kûrbûna di nav gîyan û bextê mirova ne. Ew çevên zaroka ye bi şik te dinhêrin; carna  nes, carna bi melûltîke nezarokî û mitalan ve tijî. Û di her tabloyî de Jîyan e, ku ji dilkên xilfik dide der, banga bizavê dikin, hêvîya dûarojeke aşt dikin dilê meriva. Lamara Mîrangî portrêtîs – şêwekareke hêja ye. Ew ne tenê mînakîya bê hempe ye, lê usan jî bedewîya pêkanînê, û dîsan Jîyan: çevên zêndî, lêvên zêndî, û avirê zelal, yê ‘portrêt ber bi te’. Bêyî hemdê meriv di navbera çevan de dîalog çê dibe. Tabloya “Qeratû di pencerê de”, bi rastî dikare berhema hosta bê nas kirin. Jina êdî mirî di piş şûşa pencera şkestî dîyar dibe. Di çevên wê ye xwedîyên bedewîke nebînayî de, êdî hêvî tune, ew çev alîkarîyê naxwezin, gazina nakin, tawanbar nakin, nabin kelemê çeva…lê ew te dinhêrin, hê zû di hindurê te dinhêrin û tu xwe gunehkar texmîn dikî, hêsir têne xwar… bal te, yê zêndî, yê dinhêre. Bi peyva her tiştî nikarî bêjî. Gerek bibînî!

Le proffêsor Larîsa Coglidzê seva tabloyên Lamarayê dinvîse: “Tabloyên şêwekara hêja ser mijareke nêzîkî dilê mirovanin – derd û kulên bi mîlîonan mirova, ji ber şerên li rûbara dinê. Tabloyên Lamara Mîrangî nêzîkî dilê mirovane, ew di dilê mirovan de daxweza aşîtîyê, hizkirin û remê hişîyar dikin. Di wan de gazîya parastina dûaroja planêta me, hiz kirin û parastina zara, xemxurê wan bin, heye. Ne axir zarok – kulîlkên jîyanê ne.”

Em ji Lamara Mîrangî û pêşengeha “Banga Jîyanê”re serkevtinê dixwezin.
Hûn pêşengê ser youtub ê dikarin bi vê link ê bibînin.

https://www.youtube.com/watch?v=Q1cFvaFfBBk