22ê nîsanê şer li Qamişlo rawestiya û îro herdu alîyan lihev kirin, li gora peymanê hemû girtî û êsîrên herdu aliyan wê werin berdan, malbatên şehîdan û hemwelatî ji zararên şer wê werin qerbûkirin û rewşa awarte li Qamişlo bi yekcarî wê were rakirin û jiyana asayî wê vegere bajêr.
Herweha di peymanê de hatiye, herdu lihev kirin, ku mûçeya karmendên dewletê neyê qutkirin û ciwan bi zorê ji bo eskeriyê neyên şandin hêza bergiriya niştîmanî were rakirin û hemû alî navçeyên di bin destê xwe de biparêzin û li wan deran bimînin.
Hevserokê desteya navxwe li kantona Cezîrê li Qamişlo Kenan Berekat konfranseke rojnamevanî li darxist û xelkê rêkeftina lgel hikumeta Sûriyê eşkere kir.