Sefqan dibêje, ku grûpeke ji 5 çekdaran demance xistin serî wî û ew birin ber mezelê Amûd û nêzî 45 deqeyan li ser mezelan lêpirsîn pêre kirin.
Piştre jê xwestin, ku rê ji wan re veke, ew derbasî avahiya Arta FM bibin, heger na, wê were kuştin.
Çavê wî girtin û destê wî girêdan û ji mezelan ew birin cem avahiya Radio, li wir jî destê pasewanên Radio girêdan û derbasî nav avahiyê bûn.
Sefqan dibêje, ku zêxdetirî 10 çekdar derbasî nav avahiyê bûn û ji wan re gotin, heger hûn dengê xwe derxînin hûnê bên kuştin. Piştre agir berdan studioyên radio.