ENKS di daxuyaniya xwe de, dibêje, ew dîmenên wehşî ne însanî dijmintiya di navbera Kurd û Ereban de xurttir dike, weke ku rêjîma Sûriyê dixwaze.
Encumena Kurdî diyar dike ku gerandina wan laşan li kolanên Efrînê û li pêşiya çavên xelkê, yek ji armancên wê tirsandin û teslîmkirina xelkê sivîl e, ji bo destelata hakim li wê derê.
ENKS dibêje, tiştê ku li Efrînê ji aliyê YPG ve hate kirin, Kurd ji wan kiryarên ne însanî û hovane bêrî ne, û ew kes Kurdan temsîl nakin.