Serrûpel Nûçe Stêrka medyayê li ser pirtûka xwe diaxife (vîdyo)

Stêrka medyayê li ser pirtûka xwe diaxife (vîdyo)

Belav bike

Jiyana Nûjînê bi înglîzî bû pirtûk

Nûjîn, ku felca zarokan pêre heye û ji dayîkbûnê nikare bimeşe, di vê dema dawiyê de bûbû stêrkeke medyaya ewropî û rojavayî.

Nûjîn, dema şer li Helebê dest pê dike, tevî malbata xwe diçe Minbicê, dema ku Minbic dikeve destê daişê, ji wir jî tevî malbata xwe diçe Kobanî, piştî şerê li Kobanî jî, bar dikin bakurê Kurdistanê û li bajarê Entabê bi cih dibin.

Ji wir malbata wê, wê bi qaçaxî bi riya belemekê dibin Almanya.

Serpêhatiya wê bala medyaya cîhanî dikişîne û gelek programên Show yên televîzyonên cîhanî, programan li ser Nûjînê çêdikin.

Ji ber ku ew bi riya rêzefîlmeke emerîkî fêrî înglîzî bûbû, derhêner û senarîsêtê rêzefîlmê, xelekeke taybet ji bo wê çêdikin.

Niha jî, nivîskara pirtûka xelatgira Nobelê Malala, Krîstîna Lamp, jiyana Nûjîn Mistefa kir pirtûk.

Pirtûk (304 rûpel) roja 11.10.2016 derdikeve.