PYD li meydana nahiya Bilbilê li Efrînê, xelk di navê Mehkema Gel de kom kir, kal pîr, cotkar, karker, zarok-marok kom kirin û du kesên ku ku têne tewanbarkirin gotinên nexweş ji YPG û PYD re gotine, derxistin pêşmerî xelkê û bi awayekî vekirî ew “mehkeme” kirin.
Xelkê li ser wan kesan nêrîna xwe got, hinekan gotin bila bikevin zindanê, hinekan gotin bila biçin cebheyên şer, û li dawiyê “GEL” biryara xwe da, wê wan her du kesan bişînin eniyên şer.
A ji we re mehkema gel…