Serrûpel Nûçe Serok Barzanî daweta Îranê qebûl kir

Serok Barzanî daweta Îranê qebûl kir

Belav bike



Li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tehranê bike û ligel Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî hevdîtinan pêk bîne.


Li gorî zanyariyan, Mesûd Barzanî vexwandina Îranê bo serdankirina wî welatî qebûl kiriye. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî ew zanyarî ji Rûdawê re piştrast kir.


Felah Mistefa got: “Barzanî vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê qebûl kiriye, lê belê hêj dema serdanê diyar nekiriye û niha jî em mijûlî amadekariyên serdana wî ya bo Tehranê ne.”


Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ku dostaniyeke dîrokî ligel Îranê heye û hevdem nêzîkî Barzanî ye jî, derbarê serdana Barzanî bo Îranê de ji Rûdawê re ragihand: “Wiha baştir e ku em êdî demek zêde ligel Iraqê bi heder nedin. Pêwîst e em ligel welatên cîran ên wek Îranê biaxivîn, çimku eger bixwazin serxwebûnê yan jî konfedraliyê rabigihînin, pêwîst e helwesta welatên cîran erênî be.”


Mihemed Hecî Mehmûd herwiha da xuyakirin: “Li dêvla ku Serokê Herêma Kurdistanê demê bi Iraqê re heder bide, ya baştir ev e ku ligel Îranê biaxive. Çimku Îranê bandorek cidî heye li ser biryara siyasî ya Hikûmeta Iraqê.”


Barzanî di serdana xwe ya bo Tehranê de, dê bi Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hejmarek berpirsên pilebilind ên Îranê re bicive.


Pêwendiyên siyasî, leşkerî û aborî mijarên sereke yên gotûbêjên Barzanî û rayedarên Îranê bin. Herwiha Barzanî dê li ser mijara wuzeyê jî bi berpirsên Tehranê re biaxive, bi taybet ku Hewlêr hewl dide rêyek din bo şandina petrola xwe bo derve û bo bazarên cîhanê peyda bike.